MUB: Bûyerên dawî yên li Iraqê zerarê dide hindikayiyan

MUB: Bûyerên dawî yên li Iraqê diqewimin nîşan didin, ku siyaseteke etnîkî û mezhebî têmeşandin. Ev siyaseta şaş herî zêde zerarê dide gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî, Êzidî, Tirkmen û komên din ên hindikayiyan.

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, Iraq piştî sala 2003'an ketiye nava serdemek nû.

Konseyê bibîr xist, ku piştî têkbirina rejîma Seddam Destûra Bingehîn a Iraqa Federal hate amadekirin û hat gotin, "Zemînek hate avakirin, ku Ereb, Kurd, Tirkmen, Asûrî-Suryanî-Keldanî, gel û bawermendên cuda xwe lê îfade bikin. Lê belê hin navendên siyasî yên xwedî zîhniyeta olperestî û nîjadperestî ne, xwe spartin hêza xwe û hewl dan hukmê li Iraq a Federal bikin."

MUB'ê ragihand, maf û hiqûqa Suryanî-Asûrî-Keldanî, Tirkmen, Êzidî, Şebek, Kakaî, Mandaînî nehatin dîtin û statuyek ku karibin xwe bi rê ve bibin, nehat naskirin.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Mûsil, Şengal û Deşta Nînovayê ya sala 2014'an bibîr xist û hat gotin, "Asûrî-Suryanî-Keldanî û komên din ên li Deşta Nînovayê dijîn, neçarî koçberiyê hatin hiştin. Bi taybetî Tirkmenên Şîa yên li Tel Afer û eyaleta Nînovayê ji DAIŞ'ê reviyan û li gelek herêmanb elav bûn. Trajediya herî mezin a sedsala 21'an bi serê Êzidiyên li Şengalê ve hat."

MUB'ê da zanîn, ku rêveberên Bexda û Hewlêrê û gelên li Iraqê bûn yek û tevî hêzên Koalîsyonê, di 17.10.2016'an de li dijî dagirkeriya DAIŞ'ê dest bi operasyona rizgarkirina axa xwe kirin.

Konseyê da xuyakirin ku gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî li benda mizgîniya rizgarkirina Deşta Nînovayê bûn, lê di demeke kurt de hêzên leşkerî yên ser bi Bexda û Hewlêrê parçe bûn û got, "Baxdede, Baritle, Keremleş û Bexda ket kontrola yekîneyên artêşê, Til Îsquf, Batnaya, Behzan, Bahşîka, Alqoş, Şehan û derdora wan jî ket kontrola hêzên pêşmergeyan. Ev rewş nîşan dide, ku Deşta Nînovayê ya ji dagirkeriya DAIŞ'ê hate rizgarkirin, ketiye nava dagirkeriyeke nû û parçe bûye. Ev nêzîkatiyên rêveberên Bexda û Hewlêrê gelekî xetere ne û nîşaneya lîstikeke qirêj e.

Pêşbirka serdestiya li Deşta Nînovayê, tinehesibandina vîna gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî ye û tê wateya dewamkirina qirkirinê. Hikûmeta Iraqê ya Federal ji bo gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî statuyeke xweser, ji bo Deşta Nînovayê sîstema herêmê yan jî eyaletê nexist meriyetê. Her wiha pêşî li koçberî bêmirov hiştina herêmê jî negirt. Pêşniyara herêmê ya ku Serokkomarê demê Celal Talabanî ji bo Deşta Nînovayê pêşkêş kir, li hewayê ma."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bûyerên di dema dawî de li Iraqê diqewimin, nîşan didin ku polîtîkayeke etnîkî mezhebîparêz tê meşandin û hat ragihandin ev siyaseta şaş herî zêde zerarê dide gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, Êzidî, Tirkmen û komên din ên hindikayiyan.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêşniyar biryara Parlamenta Ewropayê ya li ser mijarê û hat gotin, "Deklarasyona Parlamenta Ewropayê ya ji bo Asûrî-Suryanî-Keldanî, Êzidî û Tirkmenên li Iraqê, ji bo çareserkirina beşeke ji van pirsgirêkên bingehîn, gaveke dîrokî ye."

MUB'ê diyar kir, ji bo pûçkirina lîstikên li ser Deşta Nînovayê tên lîstin, erk û berprisyariyeke neteweyî dikeve ser milê hemû sazî û rêxistinên siyasî yên Suryanî-Asûrî-Keldanî.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hemû partî, rêxistin û saziyên ji bo xweseriya Deşta Nînovayê mohra xwe danîne binê peymanê, divê bi rengekî cidî pirsgirêkê binirxînin û bi hev re bi biryardarî têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn ew bawer in çareseriyeke siyasî û demokratîk a li Deşta Nînovayê, bi naskirina statuya otonomiyê ya gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî dibe. Statuyeke bi heman rengî divê ji bo Êzidiyên li Şengalê, Tirkmenên li Tel Aferê weke mafekî bê naskirin û ev yek wê di nava gel û baweriyan de feraseta bawerî û edaletê bafirîne."

MUB'ê bang li gelê li welêt û derveyî welêt kir, ku xwedî li Deşta Nînovayê derkeve.