MPKE ji bo 'parlamenterên girtî' name şand

Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) Tîny Kox, têkildarî parlamenterên girtî name ji serokê Meclîsa Tirkan Îsmaîl Kahraman re şand.

Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê Kox name ji serokê Meclîsa Tirkan Îsmaîl Kahraman re şand û bang lê kir ku bila hurmetê nîşanî mafên parlamenteran bide. Kox got, "Parlamenterên hatine hilbijartin, ne li girtîgehê divê li parlementoyê bin. Em dubare dikin ku bila hemû parlamenterên girtî, serbest werin berdan.”

Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê Tîny Kox, têkildarî parlamenterên girtî name ji serokê Meclîsa Tirkan Îsmaîl Kahraman re şand.

Nameya Tîny Kox wisa ye:

"Ji Serokê Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê re

Rêzdar Îsmaîl Kahraman
Mijar: Banga ji bo hurmetnîşandana mafên endamên parlementoyê yên girtî
Rêzdar Serok Kahraman

Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê ji bo hurmetnîşandana endamên Parlementoya Komara Tirkiyeyê gelek caran bang kiriye. MPKE gelek caran diyar kiriye ku betalkirina destnelêdana parlamenterên HDP û CHP’ê tê wateya binpêkirina hurmeta parlamenterên ku hatine hilbijartin.

Yek ji van parlamenteran jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattînn Demîrtaş e û ji Mijdara 2016’an û vir ve girtî ye. Hê ne diyar e wê Demîrtaş kîngê derkeve dadgehê û ne diyar e ku wê derkeve yan na. Di heman demê de ew nikare têkiliyê bi partiya xwe re jî deyne.

Daxwaza Demîrtaş a ku dixwest bi rêya SEBGÎS’ê bi hevalên xwe yên komê re biaxive, we red kir. Vê biryara we em gelekî şaş kir. Divê astengiyên bi vî rengî çênebe.

Di heman demê de em dixwazin dema Demîrtaş tînin û dibin dadgehê hûn li dijî kelepçekirina wî derkevin.

Tevî Hevserokê Giştî yê HDP’ê niha 10 parlamenterên HDP’ê û parlamenterekî CHP’ê girtî ye. Di heman demê de parlamenteriya Nûrsel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer û Fîgen Yuksekdagê hatiye betalkirin.

Parlamenterên hatine hilbijartin divê ne li girtîgehê lê li parlementoyê be. Em dixwazin hûn jî tevî me bixwazin ku bila endamên parlementoyê yên hatine girtin, bila serbest werin berdan.

Wekî ku berê jî me ji we daxwaz kiribû ku ji bo MPKE biçe serdana hevserokên giştî yên di girtîgehan de, em baweriyê bi piştgiriya we tînin.

Nusxeyeke vê bangê ji heyeta Parlementoya Tirkiyeyê ya MPKE’yê hatiye şandin. Em ê piştî demeke kurt dîsa li ser vê meseleyê bisekinin.

Bi rêzdarî

Seroka Koma Çepgir a Ewropaya Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê Tîny Kox."