Moskowayê di êrîşa li dijî tesîsên kîmyewî de DYE hişyar kir

Moskowayê di êrîşa li dijî tesîsên kîmyewî de DYE hişyar kir

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di mijara êrîşeke gengaz a li dijî tesîsên kîmyewî yên li Sûriyê de DYE hişyar kir. 

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat gotin, "Em DYE û hevkarên wê, di mijara êrîşeke gengaz a li dijî tesîsên kîmyewî û herêmên nêzî van tesîsan de hişyar dikin. Çalakiyên bi vî rengî dê krîza li Sûriyê têxe rewşeke xetere ya nû."

Wezaretê diyar kir ku di êrîşeke bi vî rengî de wê rêjeyeke bilind a gaza bi jehr belav bibe û ji vê rewşê jî gelê sivîl û derdor dikare zerarê bibîne. 

Di daxuyaniya li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat weşandin de hat gotin, "Her weha di encama çalakiyeke ewçend dînîtî de, cebilxane û gazên kîmyewî dikarin têkevin destê komando û terorîstan."

Serokê DYE Barack Obama ji bo "cezakirina" rejîma Beşar Esad ji Kongreyê destûra destwerdana leşkerî xwest. Washington îdîa dike ku di êrîşa 21'ê Tebaxê ya li Şamê de rejîma Esad çeka kîmyewî bikar aniye û di encamê de zêdeyî 1400 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. 

Ji aliyê din ve, Rûsyayê keştiyeke nû ya şer şand peravên Sûriyê. Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa nûçeyan a Interfaxê re peyivî û diyar kir ku vê keştiyê ji Derya Reş li Novorossisk "kargoyeke taybet" wergirtiye û piştre ketiye ser rêya peravên Sûriyê.

Çavkaniyekî leşkerî yê Rûs Çarşema bihurî dabû xuyakirin ku Rûsya dê hebûna xwe ya li Derya Spî xurt bike û li gorî rewşa li Sûriyê tevbigere.