'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -5

Dema ku daxwaza zordariya mêtinger di ber de hate hiştin, ev yek wê ji bo gelên bindest hemûyan bibe serketinek. Ya girîng ew e ku dirûşma 'gelê rêxistinbûyî têk naçe' bi cih bê anîn.

Di rewşeke welê de ku gerîlayên azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê ketine çeperan, hêza xwe ya rêxistinbûyî li her devera ku Kurd lê ne belav kiriye, encama ku li dijî gerîlayên Tamîlê bi dest xistin nikarin li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi dest bixin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di mehên destpêkê yên sala 2015'an de bi rêveçûnê hesiya, ji heyeta HDP'ê re di hevdîtina dawî de digot 'Bi we re dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be'. Tevî ku heyeta dewletê di sala 2015'an de tenê çend caran çû giravê, atmosfera ku pêşkêşî raya giştî hate kirin welê bû ku mîna hevdîtin bi rengekî rûtîn dewam dike. Çend serdanên heyeta dewletê ji bo pîvandina rewşê û gefxwarina bi rengekî sergirtî bû. Roja ku çeteyên DAÎŞ'ê ji çend baskan ve êriş birin ser Kobanê û bi sedan sivîl qetil kirin, heyeta dewletê ji bo yek ji van serdanên xwe pêk bîne li Îmraliyê bû. Rêberê Gelê Kurd dema ku tevlî hevdîtinê bû haya wî ji vê agahiyê tune bû. Piştî hevdîtinê, ji girtiyên din ên li giravê hîn bû ku komkujî bûye û li ser vê yekê pêkhatina serdanê û komkujiyê ya di heman rojê de lêpirsîn kir.

Beriya wê, roja ku DAÎŞ ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Kobanê bû û êriş kir û roja ku li Colemêrgê mînîbuseke sivîlan hate bombekirin û sivîl hatin qetilkirin, heyeta dewletê li giravê bû. Gelo ev êriş peyama hin hêzan a ji bo heyeta dewletê bû, yan jî ev êriş peyama hêza li nava heyetê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd bû? Ji ber ku agirbestê dewam dikir, ji bo provokasyon û êrişan çete xistibûn dewrê.

Di 5'ê Hezîrana 2015'an de bombekirina mîtînga HDP'ê, beriya wê jî bombekirina avahiyên HDP'ê yên li Edene û Mersînê bi destê DAÎŞ'ê hatibûn kirin. Encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê AKP ji desthilatdariya bi tena serê xwe anîbû xwarê û hevalbendên veşartî xuya dikirin. Beriya sala 2015'an yên ku ji doza Ergenekonê hatin girtin hatin berdan, ji bo konsepta nû ya şer kadroyên berê yên MHP'ê ji bo wezîfeyê hatin vexwendin.

Êdî ji bo destpê bikin pêwîstiya xwe bi hincetekê hebû û ji bo vê hincetê jî DAÎŞ ji nû ve xistin dewrê. Ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji gelek deverên Tirkiyeyê berê xwe dan Pirsûsê û ji bo pêlîstokan bibin ji bo zarokên Kobanê li hev kom bûbûn, bûn hedefa êrişa bombeyî ya DAÎŞ'ê. 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan zêdeyî 100 ciwan jî birîndar bûn. Piraniya van ciwanan jî sosyalîstên Tirkiyeyî bûn ku ji bo piştevaniya gelê Kurd ketibûn nava liv û tevgerê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev komkujî weke 'Duyemîn komkujiya Sêwasê' pênase kir û peyam ji demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê re hatibû dayin ku eger li gel Kurdan bisekinin wê berdêla vê gelekî giran be.

DEM; 24'Ê TÎRMEHA 2015...

Du roj piştî Pirsûsê ji raya giştî re hate ragihandin ku PKK'ê li Serêkaniyê 2 polîs li mala wan kuştiye. Piştî 2 rojan jî di 24'ê Tîrmehê de yanî di salvegera Lozanê ya tunehesibandina Kurdan de bi dehan balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Heman rojê bûyereke din qewimî bû; DYE û Tirkiyeyê li hev kiribûn ku baregeha Încîrlîkê ji bo operasyonên hewayî yên li dijî DAÎŞ'ê ji Hêzên Koalîsyonê re bê pêşkêşkirin.

Tevî ku dinya tev zanîbû li Qendîlê, li Zapê, li Heftanînê DAÎŞ'iyekî bi tenê jî nîne, Tirkiyeyê ji tevahiya cîhanê re ragihand ku piştî vê peymanê li dijî DAÎŞ'ê û PKK'ê dest bi operasyonên berfireh ên hewayî kiriye. Di 10'ê Cotrmehê de li Gar a Enqereyê ji bo komkujiyeke din careke din çete daxistibûn meydanê. Bi banga KEKS, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li Enqereyê mîtînga bi dirûşma 'Li dijî şer, aştî niha. Ked, aştî û demokrasî' hate lidarxistin. Du çeteyên DAÎŞ'ê yên bombe li xwe pêçandibûn êriş birin ser mîtîngê, di encamê de 102 kes şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Piraniya beşdarên vê mîtîngê rewşenbîr, hunermend û demokratên Tirkiyeyê bûn. Dewletê bi israr digot 'Xwe ji Kurdan vegirin'.

'LI ÎMRALIYÊ NAMEYA KU ÎDAREYÊ 'NEDÎT'

Di vê demê de nameyek gefxwarinê kete rojevê ku ji derveyî welat ji Rêberê Gelê Kurd re hatibû şandin û îdareyê gotibû 'nehatiye dîtin'. Kesekî ku xwe weke 'medyûm' nîşan dida wiha nivîsî bû; 'Erdogan şensek bû, te nekarî wê şensê bi kar bîne. Di sala 2016'an de tu yê bi rêyên normal bimire. Berpirsyariyê nexe stuyê dewletê. Pêşdîtinên min ên beriya niha hemû pêk hatin'. Dewletê ev name dabû Abdullah Ocalan.

Wan rojan agahî li nava raya giştî belav bû ku planek bi navê 'Têkbirinê' ketiye dewrê. Ya ku plan amade kir rêxistina Ewlekariya Cemaweriyê bû. Dihate ragihandin ku ev plan ji Îlona 2014'an û pê ve hatiye destnîşankirin û pêşkêşî MGK'ê hatiye kirin. Rêberê Gelê Kurd dixwest dema planê hîn bibe. Musteşarê heman rêxistinê Mûhammed Dervîşoglû ku pê re 'danûstandin' dikir, gelo beriya wî ev plan hatibû amadekirin, ya jî Dervîşoglû bi xwe ev plan amade kiribû? Dema ku hate ragihandin Dervîşoglû bûye musteşar û dema amadekirina planê nêzî hev bûn.

'PLANA TÊKBIRINÊ' YA KU ÎLONA 2014'AN HATE AMADEKIRIN

Ev meseleya spesîfîk girîng jî be di dawiya dawî de ya li Îmraliyê dihate kirin danûstandin nebû, eşkere bû ku operasyonek bi maskeya danûstandinan bû. Weke ku ji manîfestoya di sala 2010'an de hate nivîsandin tê fêhmkirin, Rêberê Gelê Kurd ji zûdeyî ve fêhm kiribû ku pêvajo ber bi ku ve biçe. Gelo di vê plana têkbirinê de çi hebûn, çarçoveya amadekariyan çi bû?

Plana çalakiyê ya bi nota veşartî ku Îlona 2014'an ji aliyê Musteşariya Ewlekariyê û Pergala Cemaweriyê ve hate amadekirin û pêşkêşî Serokatiya Fermandariya Giştî hate kirin, ku Midûriyeta Şaxê Stratejiyê ya Daîreya Plana Stratejî ya Fermandariya Giştî jî weke 'Plana Têkbirinê' sîmunlasyona wê ya şer ceriban û pêşkêşî hikumetê kir, yek bi yek dişibiya 'Modela Srî Lankayê' ku me di beşên derbasbûyî de bi berfirehî qalê kir. Ji xwe mebest ji cewhera planê wiha bû: "Ya ku Srî Lankayê li tevgera Tamîlê kir em jî dikarin heman tiştî li PKK'ê bikin'. Armanca planê wiha hatibû destnîşankirin:

- Bi hêzên taybet ên polîsan û komandoyên taybet ên leşkerî, hêzên artêşê wê dorê li bajaran bigirin, li taxan operasyonê bikin, navenda wê ya fermandariyê wê li fermandariyên jendermeyan ên bajêr be û dema ku pêwîstî pê çêbibe wê helîkopter û balafirên şer jî bên bikaranîn.

- Li taxên hatine dorpêçkirin qadên jiyanî wê tên xerakirin, şert û mercên vegerê wê ji holê bên rakirin, bi îmhayên girseyî, girtinê û valakirinê wê tax 'bên aramkirin'. Di operasyonên tepisandinê de wê derdora 10-15 hezar kes bên kuştinü 8 hezar kes bên birîndarkirin, derdora 5-7 hezar kes bên girtin, li deverên biçûk û mezin ên bombekirî wê 150-300 hezar kes bên koçberkirin, bi vî rengî rêxistin bê tevizandin û bêbandorkirin.

- Ji bo sûd ji leşkerên payebilind ên berê li herêmê wezîfe kirine, bicihkirina wan li vê erdnîgariyê hem ji ber naskirina wan hem jî ji ber bi taybetmendiyên bingehîn ên civakê zanin wê girîng be. Girîng e ku ji endamên berê yên rêxistinê sûd were wergirtin, weke cerdevan û wezîfedarên cemaweriyê bên wezîfedarkirin.

- Pêwîste personelên cemaweriyê yên sivîl i herêmê bên derxistin, nexweşxane hemû li gorî pîvanê karê 24 saetan xwe bi rêxistin bikin, li gorî pêwîstiyên personelên ewlekariyê yên lezgîn bên sererastkirin, hin avahiyên cemaweriyê bên valakirin, hêzên operasyonî bên bicihkirin û ev yek berê bê amadekirin.

- PKK weke rêxistinên cuda xwedî taybetmendiyeke lokal nîne. Li piraniya welatên cîran û Ewropayê bi cih bûye. Dema ku bi ser de çû divê ev yek bê hesabkirin. Li gel êrişên hewayî yên li nava xaka me û xaka welatên cîran girîng e ku rehên xwe yên lojîstîkî û aboriyê bê birîn, bi taybetÎ yên li nava sînorê me destekê dide bên cezakirin.

- Operasyonên hewayî yên li ser Qendîlê bênavber bên dewamkirin û li dijî rêxistinbûyîna rêxistinê ya li nava welêt jî operasyon bên zêdekirin. Rêxistin bi rengekî yekalî agirbestê ragihîne jî wê dest ji vê gavê neyê berdan. Li dijî avaniyên rêxistinê yên bi rengê qanûnî li bajaran e wê bi biryarên lezgîn tedbîr bên wergirtin.

- Dema ku bi tevgerên hewayî yên li derveyî sînor kampên li Qendîlê û derdora wê bên têkbirin, wê welê li rêxistinê bê ku nikaribe fermanê bide, amûrên ragihandinê yên bêtêl, telefon û hwd. bên têkbirin. Ev yek wê bike ku sewq û îdare bialiqe. Dema ku balafirên bêmirov cihê çend ji kadroyên pêşeng tespît kir û çend ji wan kuşt, ev yek ji aliyê serweriya psîkolojîk ve girîng be.

- Operasyonên li nava sînorên me û yên li derve divê bênavber dewam bikin. Bi lezgînî pêwîstî pê heye ku hemû organên medyayê yên rêxistinê yên li nava welêt û derveyî welêt bên têkbirin. Ji bo plan bi ser bikeve divê çavkaniya malî ya têrker bê pêşkêşkirin, berhemên teknolojîk ên bilind ên pêwîstî pê hene tavilê bên tedarikkirin.

- Walî, qeymeqam, efserên payebilind divê teqez bi partiya malûm û wekîlên wê re têkiliyê dayne yan jî bi rêxistinên sivîl re ti carî danûstandinê nekin, daxwazeke bi vî rengî jî red bikin. Divê medya rêxistinê nekeve herêmê. Ketin û derketin divê bi temamî bên girtin. Karên şîrketên elektrîk, gaz û avê divê bi fermana rayedarên operasyonên bên kirin û nikaribin li derveyî vê kar bikin.

'Plana Têkbirinê' ku li jorê çend xalên wê yên sereke hatin destnîşankirin, gelekî berfirehtir bû. Di mehên dawî yên sala 2015'an de gihîşt ber destê medyayê û kifş bû. Yanî di ser amadekirin û pêşkêşkirina wê ji bo Fermandariya Giştî re salek derbas bûbû. Dema ku dewletê ji nû ve dest bi êrişê kir jî 24'ê Tîrmeha 2015'an bû. Bi hinceta kuştina du polîsan li Serêkaniyê bi rengekî gumanbarî, ku temamiya kesên têkildarî vê bûyerê hatibûn girtin hatin berdan, HDP'ê ji bo lêkolînkirina mijarê pêşnûme da Meclîsê, lê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate redkirin. Li dijî operasyonên girtinê yên berfireh û israra di neçareseriyê de ya rejîma Enqereyê, xwerêveberî hate ragihandin ku ev yek di dawiya sala 2015'an de pêk hat. Yanî salek piştî amadekirina 'Plana têkbirinê'.

GOTINÊN DAVÛTOGLÛ Y ÊN 12'Ê SIBATA 2015'AN...

Serokwezîrê wê demê yê Tirk Ahmet Davûtoglû di 12'ê Sibata 2015'an de dema ku ji Hollandayê vedigeriya di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan û wiha got, "Di civînên me yên ewlekariyê de ku piştî hewldana 6-7-8'ê Cotmehê hatin lidarxistin, ji ber ku kete hişê min ku ev dikarin dawî li pêvajoya çareseriyê bînin, min ferman da leşker û polîsên me. Min got 'Ji ihtimala bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re amade bin. Ez ê rojekê ji we re bêjim ku ew roj hatiye' Heta wê rojê divê amadekariyên we temam bin. Kêmasiyên xwe temam bikin'.

Mebesta Davûtoglû ji 'Bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê' serhildana 2014'an a ji bo Kobanê bû. Halbûkî 'Plana têkbirinê' di 24'ê Îlona 2014'an de hatibû amadekirin û pêşkêşî Fermandariya Giştî hatibû kirin. Eger di 24'ê Îlonê de hatibe pêşkêşkirin hingî beriya bi mehan hatiye amadekirin. Yanî dema ku plan hate amadekirin û pêşkêşî Fermandariya Giştî hate kirin li holê 'bûyerên Kobanê' tune bûn.

CIVÎNA MIDÛRÊN EMNIYETÊ

Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Ahmet Takan di gotara xwe ya 25'ê Çileya 2015'an de cih da gotinên midûrekî emniyetê ku nameyek jê re şand û navê xwe veşartî hişt. Dema ku nivîs hate nivîsandin 'Pêvajoya çareseriyê' hîn dewam dikir û Deklarasyona Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibata 2015'an hîn nehatibû ragihandin. Li gorî agahiyên di nivîsê de hatin weşandin
 di 25'ê Kanûna 2014'an de li avahiya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê civîneke girîng hate lidarxistin. Ji bo vê civîna li salona civînê ya Bloka Y'ê amîrên emniyetê, ji midûrên emniyetê yên asta 4 û 5'an bi giştî 54 personelên emniyetê hatin vexwendin.

Di serî de midûrê giştî yê emniyetê Celalettîn Lekesîz, alîkarê midûrê giştî Mûstafa Gulcu alîkarên midûrên giştî, serokên daîreyên têkoşîna li dijî terorê, îstîxbaratê, tevgera taybet, personel, qaçaxçitiyê, ewlekarî, veguhastinê, karên îdarî tevlî bûn. Midûrê emniyetê yê ku ji Ahmet Takan re name nivîsand wiha qala civînê dikir: "Civîna ku me destpêkê armanca wê baş fêhm nekir, bi demê re em hemû şoq kir. Di rûniştina destpêkê de midûrê me yê giştî Lekesîz, alîkarê midûrê giştî Zekî Çatalkaya û serokên daîreyên personel, têkoşîna li dijî terorê û îstîxbaratê axivîn."

Li gorî midûrê emniyetê yê ku name nivîsand, di rûniştina civînê de bi kurtasî hate ragihandin ku pêvajoya çareseriyê şaş hatiye fêhmkirin, otorîteya dewletê hatiye lawzkirin, ji bo bidawîkirina vê lawaziyê welatparêzên ji bo civînê bang li wan hatiye kirin hatine hilbijartin, bi fedakariya wan wê dawî li vê rewşa li 'Başûrrojhilat' bê anîn û di hilbijartinê de jî hevkarî bê kirin. Her wiha alîkarê midûrê giştî û serokê daîreyan ji bo hin bajarên şarkê hatin şandin, 54 nuqteyên krîtîk ên li van herêman tespît kirine û yên ji bo civînê hatine vexwenbdin wê ber bi van deveran ve bên şandin û rizgarkirina welêt jî di destê van 54 kesan de ye. Midûrê giştî herî dawî diyar kiribû ku wezîfedarkirin wê ji salekê heta 2 salan be. Li gorî midûrê emniyetê yê qala civînê kir, kar bi kurtasî wiha bû; Pêvajoya çareseriyê hilkumî bû. AKP a ku heta niha weke ku pêvajoya çareseriyê bi kêrî wan tê tevgeriya û deng kom kir, lê dema bê wê di hilbijartinê de ji bo bi dengê netewperestan bi ser bikeve biryar li ser rijandina xwînê da, weke qurban jî Kurd hilbijart.

ÎSTIFAYA BEŞÎR ATALAY

Çawa ku li Srî Lankayê beriya komkujiyê, Rajapakse bi faşîstên neteweperest JVP û faşîstên olperest JHU re tifaq kir, Erdogan jî bi heman rengî bi Ergenekoniyan û MHP'ê re tifaq kir. Piştre jî Beşîr Atalay ku bi rola wezîrê ku 'pêvajoya çareseriyê koordîne dike' radibû, îstifa kir. Atalay di rojên dawî yên havîna 2014'an de li serdana xwe ya dawî ya li Kurdistanê ev daxuyanî dabû: "Ez bendewariyan fêhm dikim, divê pêvajo di rewşeke xumamî de nemîne. Di destpêka meha Cotmehê de wê teqwîmeke şênber bê eşkerekirin. Bi vî rengî wê eşkere bibe ku alî kengî kîjan gavan biavêje. Ji ber ku wê ji raya giştî re bê eşkerekirin alî hemû neçar in li gorî wê tevbigerin."

Çend roj beriya meha Cotmehê ku Atalay bal kişand ser wê, bi rengekî surprîz ji wezîfeyê îstifa kir. Ji bo vê biryara xwe jî hincetên şexsî da pêş, lê belê sedema rastî ya ku bû sedem vê biryarê bigire hîn nehatiye eşkerekirin. Dema ku mirov li wê demê dinerin hingî ev pirs bêberisv mane: 'Gelo haya Beşîr Atalay ji plana têkbirinê tune bû? Gelo piştî ku bi vê hesiya û fêhm kir hatiye xapandin îstifa kir? Ya jî gihîşt wê baweriyê ku di lîstikê de wî rola xwe lîstiye û wezîfeya xwe temam kiriye?

PLAN XAL BI XAL BI CIH HATE ANÎN

Yên ku operasyon amade kirin, ji bo plana xwe rewa bikin, hewl dan xwe weke 'aliyê ji dil ê ji bo aştiyê her cûre rîsk daniye pêşiya xwe' û muxatabên xwe jî weke 'aliyê ku derdê xwe ne çareserî ye, li pey lîstikan e û amadekariya şer dike' nîşan didan. Kî li ber vê yekê radibû dihate tepisandin, cezakirin û bi vî rengî çavê her kesî dihate tirsandin.

Di dawiya sala 2015'an de yanî salek piştî amadekirina 'Plana têkbirinê', berxwedanên xwerêveberiyê dest pê kir, lê bi rengekî giran hate tepisandin. Bi konseptê re ku di 'Plana têkbirinê' de xal bi xal dihate vegotin, Kurdistan di nava lepên qirkirineke nû de bû. Zêdeyî deh navçeyên Kurdan hatin tunekirin, bi sedan mirov bi saxî hatin şewitandin, bi hezaran hatin qetilkirin, girtin. Zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn. Qedexeya derketina derve hate ragihandin ku bi salan dewam kir. 1128 akademîsyenên ku li vê yekê pirsîn ji karê xwe hatin avêtin, hatin darizandin û rewşenbîr û hunermendên ku piştgiriya Kurdan dikirin hatin darizandin, hin ji wan hatin girtin, bi sedan ji wan jî ji kar hatin avêtin.

'Plana têkbirinê' ya ku li dijî Kudan dest pê kir bandor li tevahiya Tirkiyeyê dikir. Kiryara qeyûm li cografya Kurdan veguherî rewşeke ji rêzê. Tecrîd li girava Îmraliyê hate şidandin, piştre li girtîgehan hemûyan û li her deverê hate ferzkirin. Pîvanên demokrasiyê, azadiya çapemeniyê û serxwebûna dadgeriyê ji xwe li paş mabûn, hîn jî li paş man. Erdogan ê ku bi gotinên aştî, çareserî, îradeya gel, edalet, azadî, ji êşkenceyê re sifir tolerans bû desthilatdar, êdî bi gotina 'Çareserî mareserî nîne. Em ê wan biqelihînin, em ê li ti cihî nehêlin ku ew hebin' HDP'iyên li qada legal siyaset dikirin weke 'terorîst' îlan kir.

Wan rojên ku gotina 'Pirsgirêka me ne bi birayên me yên Kurd re ye, bi rêxistinên terorê re ye' timî li ser zimanê Erdogan bû, li Efrîn a dagirkirî hebûna Kurdan ji holê hate rakirin. Hêzên ku plan amade kirin, piştrast bûn ku di nava salek, du salan de encamê werbigirin. Kalekol, modernkirina alavên şer, ÎHA/SÎHA, parvekirina îstîxbaratê ya bi DYE'yê re û piştgiriya bêdawî ya hêzên global li gorî vê yekê amade kiribûn. Mîan li welatê Tamîlan, li Kurdistanê jî gund û navçeyên Kurdan hatin tunekirin, bi sedan mirov li pêş çavên cîhanê hatin şewitandin. Hingî ne DYE, ne Yekîtiya Ewropa, ne Rûsya, ne jî welatekî din bi rengekî cidî li ber rabûn. Ev hemû dihate wateya piştgiriya lojîstîk, polîtîk, psîkolojîk û dîplomatîk.

QEDERA WELATÊ TAMÎLÊ ÇIMA BI SERÊ KURDISTANÊ NEHAT

Srî Lankayê ku di rojên destpêkê yên sala 2008'an de dawî li pêvajoya aştiyê anî, piştî sal û nîvekê bi plana 'Binaxkirinê, Tepisandinê' re têkoşîna azadiyê ya Tamîlê ya bi pêşengiya LTTE'yê di rojên dawî yên Gulana sala 2009'an de tune kiribû. Di ser konsepta êrişa topyekûn a dewleta Tirk re ku bi 'Plana têkbirinê' xistibû dewrê 5 sal derbas bû. Tevgera PKK'ê jî li gel berdêlên giran li çar parçeyên Kurdistanê çeperê xwe diparast. Jibîrkirina navê PKK'ê li aliyekî, êdî welê lê hatiye ku bêyî navê PKK'ê bultenên nûçeyan nayên weşandin. Hebûna Kurdan û PKK'ê hîn bêhtir li cîhanê hate dîtin.

Lê belê piştgiriya navneteweyî ya ji bo tasfiyekirina PKK'ê ji dewleta Tirk re tê dayin hîn jî dewam dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT, Konseya Ewropayê û saziyên mîna wan hî jî kiryarên nebaş ên li dijî Rêberê Gelê Kurd û tecrîda li Îmraliyê ji nedîtî ve tên ku ev yek parçeyekî herî girîng ê piştgiriya ji bo dewleta Tirk e.

Tevî konsepteke berfireh a êrişê re jî nekarîn berxwedana Kurdistanê mîna ya li welatê Tamîlê bitepisînin. Srî Lanka welatekî biçûk ê giravê bû, welatê Tamîlê jî beşekî biçûk ê vê giravê bû. Di rewşeke welê de ku gerîlayên azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê ketine çeperan, hêza xwe ya rêxistinbûyî li her devera ku Kurd lê ne belav kiriye, encama ku li dijî gerîlayên Tamîlê bi dest xistin nikarin li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi dest bixin.

Hêja ye ku ev gotin bê bibîrxistin, 'Bi singûyê serketin bi dest dikeve, lê nabe ku li ser singûyê bê rûniştandin'. Dewleta Srî Lankayê beşeke girîng a rêxistina xwe ya artêş û polîsê li welatê Tamîlê dihêle û bi vî rengî hewl dide li ser singûyê rûnê. Bi heman rengî, piştî berxwedana xwerêveberiyê jî hejmara leşker û polîsên dagirker ên li Kurdistanê hatin zêdekirin. li ser enqazên cenazeyan qereqol tên avakirin, goristan tên xerakirin. Ev hemû heman kiryarên rejîma Srî Lankayê ya li welatê Tamîlê ye.

Dema ku daxwaza zordariya mêtinger di ber de hate hiştin, ev yek wê ji bo gelên bindest hemûyan bibe serketinek. Ya girîng ew e ku dirûşma 'gelê rêxistinbûyî têk naçe' bi cih bê anîn. Ji bo vê jî danheviya dîrokî ya pêwîst, danheviya fikrî bi têra xwe heye. Li dijî yên ku hewl didin hêviyê, xetê û îradeyê têk bibin, bilindkirina hêvî, xetê û îradeyê hem wê pirsgirêkên pêkanînê çareser bike, hem jî serketinên gelekî mezin bi xwe re bîne.

ANF | 'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -4 (anfkurdi.com)

ANF | 'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -3 (anfkurdi.com)

ANF | 'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -2 (anfkurdi.com)

ANF | 'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -1 (anfkurdi.com)