MLKP Rojava: Serketina Şengalê li hemû gelên me pîroz be

MLKP Rojava: Şengal êdî azad e. Serketina Şengalê li hemû gelên me pîroz be.

MLKP Rojava azadkirina Şengalê pîroz kir û got: “Şengal êdî azad e. Serketina Şengalê li hemû gelên me pîroz be."

MLKP Rojava di daxuyaniya xwe de wiha hat: "Hêzên azadiyê tevî hemû zorî û berdêlan qet dest ji têkoşîna xwe bernedan û serketina mezin amade kirin. Bi berxwedana canfeda ya û şoreşger a Şehîd Dilgeş, Armanç, Tolhildan, Edessa, Zîlan, Bêrîvan, Vînar, Pîrdogan, Egîd û Tîrêjan re ev berxwedan hat qezenckirin. Bi ked û hewldana pêşmergeyên rexmî PDK’ê jî cihê xwe di parastina Şengalê de girtin û di vê pêvajoyê de bûn nemir hat qezenckirin. Ji ber vê sedemê Serketina Şengalê di heman demê de bicihanîna soza ku me daye şehîdane.”

MLKP Rojava, banga vegerê li gelê ku ji Şengalê koçber bibû kir. 

MLKP Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de got: “ Wekî duh ji niha û şûn ve jî ji bo azadî û parastina Şengal û Rojava em ê bi fedakarî û bi biryar şer dewam bikin. Serketina Şengalê careke din diyar kir ku gelên li ber xwe didin wê qezenc bikin, wê serketin a kesên li ber xwe didin be.”