MLKP Rojava: Hevrê Gokhan şoreşgerekî mînak bû
MLKP Rojava ji bo Gokhan Taşyakan ê ji Partiya Komunaran a Şoreşger şehîd bûbû peyamek da û got, "Hevrêyekî me yê eniyê bû ku ji ti berpirsyariyê nedirevî."
MLKP Rojava ji bo Gokhan Taşyakan ê ji Partiya Komunaran a Şoreşger şehîd bûbû peyamek da û got, "Hevrêyekî me yê eniyê bû ku ji ti berpirsyariyê nedirevî."
MLKP Rojava derbarê şehîdbûna Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) ku Delegeyê Kongreya Damezrîner a Partiya Komunaran a Şoreşger û Endamê Komîteya Navendî bû daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrêyê me yê eniyê hevalekî me yê şoreşger ê mînak bû ku hişmendî û çalakiya xwe di jiyana xwe de û di dilsozbûna bi îdealên şoreşgerî nîşan dide. Çawa difikirî wiha jiya, çawa dixwest wiha şer kir. Yek ji xweşiktirîn mînaka şoreşgeriya pak, xwerû û bê dudilî bû.
'EM Ê ÎDEALÊN WÎ BI SERFIRAZIYÊ TACÎDAR BIKIN'
Şoreşê çi ji me xwestibe li gorî wê bê rawest, bê sînor xwe avête nav şer. Di hemû qadên têkoşîna polîtîk de her carê li eniya pêş ê şer bû di hemû jiyana xwe de.
Hevrê Gokhan yek ji wan hevrêyê me yê eniyê bû ku ji ti berpirsyariya ku dîrokê li ber me datanî nedirevî. Ji bo vê jî, Ji bo Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan ku derbirîna berbiçav a yekîtiya têkoşînê ya gelên Kurd û Tirkiyê ye, bi hemû qeweta xwe xebitî. Ji bo vê jî ji banga Kobanê re xwe nebihîstî nekiriye, ji Geziyê heta bi protestoyên NATO’yê, ji berxwedanên karkeran heta bi çalakiyên ciwanan, ji danîna hîmên BOG’ê (Hêzên Azadiyê yêk Yekbûyî) ta bi lîdertiya damezirîner a Partiya Komunaran a Şoreşger tim li pey şopa banga şoreşê çûye.
Hevrêyê me Gokhan Taşyakan tim hem bûye şervanê jiyaneke şoreşger a bê rawest û bê sînor û hem jî bûye rêberê vê. Deynê li ser stûyê me yê ku em şûna jê mayî dagirin. Sonda me ya dawî ye ku em îdealên nemirnê xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin."