MLKP: Pêngava 15’ê Tebaxê vîna azadiyê ye

MLKP Rojava, bi wesîleya salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ya bi navê "15’ê Tebaxê vîna azadiyê ye" hate gotin, dîroka gelê Kurd li dijî nîrê mêtingerî, dagirkerî û faşîzmê dîroka berxwedanê ye û li çar parçeyên Kurdistanê gerîla di vê rêya azadiyê de dimeşin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "15’ê Tebaxê vîna azadiyê ya li dijî înkar, îmha û bêrûmetiyê ye. Li çar parçeyên Kurdistanê bi millyonan mirov bi vê vînê rabûn. Ev pêngav bi 15’ê Tebaxê û yên ku ev giyan afirandin şoreşa Rojava pêk anîn û bi hezaran Egîd û hevrêyên wan rê nîşanî gelên Rojhilata Navîn dikin."

MLKP Rojava got, "ev dîroka berxwedanê ya me ye" û wiha dewam kir: "Xeyala azadiyê ya Egîdan xeyalên me ne. Ên ku dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin divê ji vê dîrokê hîn bibin. 15’ê Tebaxê li dijî bêhêvitiyê xençereke şoreşgerî ye. Ev xençer bi taybetî li ser dilê dewleta Tirk hatiye çikizandin. Ji 15’ê Tebaxa 1984’an ve bedena miletparêziya burjuva, ya nîjatperest û faşîst xwînî dike. Li gel hemû êrîşan jî faşîzma mêtinger nikare vê xwînê bide rawestandin."

Faşîstên mêtinger ji çar aliyan ve êrîşê bi ser gelê me de dibin. Lê bêkêr e! Ne dîwarên wan, ne teknîka pêşketî ya leşkerî ne komkujiyên wan nikarin pêşî li têkoşîna azaadiya Kurdistanê bigirin. 15’ê Tebaxê ev derî vekir, êdî ti hêzeke mêtinger nikare vî derî bigire.

Em MLKP Rojava li ber têkoşîna şehîdên me yên ku ev dîrok diyarî me kirine bi hurmet bejna xwe ditewînin. Pêngava 15’ê Tebaxê bi giyanê hevrêtiya Egîdan û têkoşîna hevpar, li hevrêyên me yên PKK’ê, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerîlayên Kurdistanê, li şervanên azadiyê yên li çar parçeyan û li hemû gelên Kurdistanê pîroz be. Baweriya me qeyîm e ku em ê bi giyanê pêngava azadiyêya gelên Kurdistanê ji Efrînê ta bi Şengalê, ji Amedê ta bi Mahabadê em ê zîncîrên mêtingerî û dagirkeriyê bişikînin."