MLKP: Em pişgiriyê didin daxwazên banga dîrokî

Komîteya Navendî ya MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û piştgiriya xwe ya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ragihand.

Komîteya Navendî ya MLKP’ê derbarê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, daxuyanî daxuyanî da û ev tişt diyar kir: “Em piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên demokratîk û neteweyî ya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ radigînin. “

MLKP’ê diyar kir ku divê rêveberiya Tayyîp Erdogan demildest agirbestê ragihîne, Rêber Apo û girtiyên siyasî berde û dawî li êrîşên li ser Rojava û Başûr bîne.

Komîteya Navendî ya MLKP’ê bang li hemû gelan kir ku ji bo daxwazên banga dîrokî, têkoşînê bilind bikin.