Mizrakli: Bila ew her li pişt blokên beton xwe veşêrin

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizrakli ku li cihê wî qeyûm hatibû tayînkirin beşdarî vekirina parkê ya Şaredariya Sûrê bû. Mizrakli wiha got; “Bi teqez em ê serbikevin.”

Li Taxa Melîkahmet ji aliyê Şaredariya Sûrê ve parkek hate vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizrakli, Parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarên Sûrê beşdarî vekirina parkê bûn.

Welatiyên taxê eleqeyek mezin nîşanî Mizrakli dan. Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr di vekirina parkê de axivî û diyar kir ku 12 roj in li dijî tayînkirina qeyûm liberxwe didin û heta gav paşve neavêjin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevşaredar Fîlîz Bûlûttekîn jî got li dijî tayînkirina qeyûm ew ê bi xizmetê bersivê bidin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî got ew ê bi gel re têbikoşin û wiha domand; “Em li kolan in. Em ê dev ji kolan an ne berdin. Em ê tu caran neqûlkirina vê îradeyê qebûl nekin. Berxwedana me ya li dijî qeyûm didome, şaredariyên me jî kar dikin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizrakli jî axivî û wiha got; “Ji bo keyfxweşiya zarokên ku pêşeroja me ne em ê kar bikin. Em bi qadên jiyanê re dijîn. Bi jin, zarok, ciwan û kalan re em ê qadên xwe yên jiyanê nehêlin. Em xwe spart vî gelî. Bila ew li pişt blokên beton û zirxiyan xwe veşêrin. Em ê qezenç bikin. Bi teqez em ê serbikevin.”