Misilmanên Antî Kapîtalîst 'Pirsgirêka Kurd' niqaş dikin

Misilmanên Antî Kapîtalîst 'Pirsgirêka Kurd' niqaş dikin

Di sempozyûma Misilmanên Antî Kapîtalîst ya "Pirsgirêka Kurd, Sûriye û Rojhilata Navîn ya Misilmanan" de rojnameger Ayhan Bîlgen diyar kir ku, di çareseriya pirsgirêka Kurd de tenê bi gotinên baş pirsgirêk çareser nabe. Rojnameger Metîn Yegîn jî diyar kir ku, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka nasnameyê ye û di heman demê de pirsgirêka çînê ye jî.

Misilmanên Antî Kapîtalîst bi navê "Pirsgirêka Kurd, Sûriye û Rojhilata Navîn ya Misilmanan" li Salona Dawetê ya Reng ya navçeya Fatîha Stenbolê konferans pêk anî. Di sempozyûma ku ji 3 rûniştinan pêk hat de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Ahmet Ors, Rojnameger û nîvîskar Ayhan Bîlgen, Nivîskar Huda Kaya, Alimê Îlahiyatê Nivîskar Hidayet Şefkatlî Tuksal, Metin Yegin, Yavuz Delal axaftin kirin. Gelek kesên din jî tevlî konferansê bûn. Ahmet Ors û nivîskar Ayhan Bilgen û Metîn Yegin di rûniştina destpêkê de axaftin kirin û li ser pirsgireka Kurd rawestiyan. Destpêkê Ahmet Ors diyar kir ku, pirsgirêka Kurd Rojhilata Navîn ji nêz ve eleqeder dike û xwest polîtîkayên îslamê yên li ser çavereseriyê bên pêşxistin. Ors anî ziman ku, derdorên misilman ên Tirkiyeyê li hemberî helwest û feresata Tirkiyeyê a li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd nabin xwedî helwest û bêdeng dimînin.

Ors destnîşan kir ku, emperyalizm dixwaze muxalifan di nava pergala xwe de bi helîne û bi perçiqîne.

Nivîskar û rojnameger Ayhan Bîlgen jî ani ziman, tenê bi niyeta baş û gotinên xweş pirsgirêka Kurd çareser nabe û xwest hikûmet gavên şênber û çareseriyê bavêje. Bîlgen da zanin ku, ew ji aliyê Sultanê bi gotinên xweş nayên rêvebirin û xwest her kes berê xwe bide gel û bi gel re bi axivin.

'PIRSGIRÊKA KURD TENÊ BI ÎSLAMÊ NAYÊ ÇARESER KIRIN'

Bîlgen da zanîn ku, pirsgirêka Kurd tenê bi polîtîkayên îslamê nayê çareserkirin û xwest ne tenê Tirkiye Rojhilata Navîn jî pirsgirêkê bigre dest.

'DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ ZILM BI DAWÎ BIBE'

Nivîskar Metîn Yegin jî destnîşan kir ku, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka nasnameyê ye û di heman demê de pirsgireka çînê ye. Yegin da zanîn ku, pirsgirêk tenê bi îmzekirina peymana li ser kaxizê çareser nabe û lazime berî her tiştî zilma li ser gel tê meşandin ji holê rabe. "

Sempozyûm didome.