Misilmanan DAIŞ’ê şermezar kir

Misilmanan DAIŞ’ê şermezar kir

Li paytexta Franse Parîsê, Misilmanan bi pêşengiya, Înîsiyatîfa SOS Racisme li dijî êrîşên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Li ser navê Kurdan CDK jî beşdarî çalakiyê bû.

Çalakiya Misilmanan bi dirûşma “DAIŞ ne nûnerê Misilmanan e û nabe jî” ji aliyê saziyên Misilman ve hate lidarxistin. Di daxuyaniya hate xwendin de hat got: “Di Îslamiyetê de kuştina mirovan tune ye, komkujî tune ye. Îslam ola xweşbînî ye û hovên DAIŞ’ê tu carî nabin nûnerên Îslamê.”

Di çalakiyê de li ser navê Bijîşkên Sînornenas axaftinek hate kirin. Axaftvan bal kişand ser êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Rojava û bang li raya giştî kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Kurd jî bi deng û rengê xwe tevlî çalakiyê bûn. Kurd di çalakiyê de rastî eleqeleyek zêde hatin. Jineke Frensî hate gel Kurdan û got: “Ez we pir baş fêm dikim. Hûn li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedana herî mezin dimeşînin. Hemû bar li ser milê we ye” û diyar kir ku ew dixwaze alîkariyeke biçûk bide jin û zarokên Rojava. Jina Frensî alîkariya maddî da û got: “Hûn vê bigihînin Rojava ez ê pir kêfxweş bibim”.

Sazî û rêxistinên weke Keskan, MRAP, Eniya Çep, Yekîtiya Xwendekarê Cihû- Fransa û Bijîşkên Sînornenas jî piştgirî dan çalakiya li Qada Rebupliqueyê.

Di çalakiya ku bi qasî du saetan berdewam kir de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin lanetkirin.