Mirin li girtiyê nexweş Gemîcîoglû tê ferzkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdûrrahman Gemîcîoglû rakirin beşa lezgîn û bi rengekî kelebçekirî tê ragirtin. Keça Gemîcîolgû Elîf Gemîcîoglû bang li raya giştî kir.
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdûrrahman Gemîcîoglû rakirin beşa lezgîn û bi rengekî kelebçekirî tê ragirtin. Keça Gemîcîolgû Elîf Gemîcîoglû bang li raya giştî kir.
Girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, ji 25'ê Cotmehê û vir ve li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tê dermankirin. Gemîcîoglû ku bi kansera kolon û rektûmê ye li nexweşxaneyê bi rengekî kelebçekirî tê dermankirin. Li ber unîteya beşa lezgîn û li nava wê, leşker di nobedê de ne.
Keça Gemîcîoglû Elîf Gemîcîoglû anî ziman ku leşker nahêlin ew bavê xwe bibîne. Gemîcîoglû diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya bavê wê her roj hinekî din nebaş dibe, tedawiya wî bi rengekî kelebçekirî tê kirin û got, "Rewşa bavê min gelekî lezgîn e, mafê wî yê jiyanê jê hatiye standin. Rapora ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve bê amadekirin ji demê re hatiye hiştin. Mirinê li bavê min ferz dikin. Hîn beriya ku tiştek bi bavê min nehatiye divê ATK raporê pêşkêş bike. Raya giştî li ferzkirina mirina bavê min temaşe dike. Di serî de Wezareta Edaletê em ji hemû sazî û rayedaran dixwazin ku beriya tiştek bi bavê min bê bikevin nava liv û tevgerê. Bila kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne."
DI NAVA 23 ROJAN DE 26 CARAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Gemîcîoglû got, "Bavê min sala 2012'an di operasyona KCK'ê de hate girtin û piştre bi şert hate berdan. Dadgeha Bilind dosya pejirand û piştre hate girtin" û bi vî rengî dewam kir: "Nexwşeê prostatê bû û piştre jî bi kansera rektûm ket. Gelek caran emeliyat bû. Gelek nexweşî lê der bûn. Niha nikare hilmê bistîne. Nexweşiyên gurçik û dil lê re peyda bûne. Çavên wî nabînin. 23 rojan 26 caran rakirin nexweşxaneyê û niha li beşa lezgîn a nexweşxaneyê ye. Êdî nikare bimeşe. Bi tena serê xwe nikare bijî. Divê raya giştî û hemû rayedar bi berpirsyarî tevbigerin. Em dixwazin ew li nexweşxaneyeke hîn baştir bê dermankirin, lê belê destûra vê yekê nadin. Serlêdanên me yên li dozgeriyê bê encam man û bavê min bernadin. Mirinê lê ferz dikin."