Milîsên YPS’ê li Colemêrgê du wesayîtên bi tîpa kîrpî hedef girtin
Milîsên Selman Yalvaç ên YPS’ê ragihand ku wan li taxa Dar Golu ya Colemêrgê, bi bombeyên deng du wesayîtên bi tîpa kîrpî yên ayîdê polîsên Tirk hedef girtin û derbe lê dan.
Milîsên Selman Yalvaç ên YPS’ê ragihand ku wan li taxa Dar Golu ya Colemêrgê, bi bombeyên deng du wesayîtên bi tîpa kîrpî yên ayîdê polîsên Tirk hedef girtin û derbe lê dan.
Milîsên Selman Yalvaç ên YPS’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “12’ê Hezîrana 2024’an me li taxa Dar Golu ya Colemêrgê di saet 22.00’an de bombeyên deng avêt du wesayîtên bi tîpa kîrpî yên ayîdê polîsan û derbe li her du wesayîtan xist.”
YPS’ê diyar kir ku rejîma AKP’ê ya faşîst îradeya gel desteser kiriye û hebûna wê tune dihesibîne. YPS’ê hişyarî da ku hemû endamên şerê taybet, di hedefa wan de ne.