Milîsên HBDH’ê febrîqeya jinûve veguherandinê ya ‘ayîdê bazirganê tiryakê’ şewitand

Milîsên Baran Serhat ên HBDH’ê ragihandin ku li Bûrsayê bazirganekî tiryakê hedef girtine û li dijî febrîqeya jinûve veguherandinê ya ayîdê wî, çalakiya sabotajê kirine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Serhat Baran ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “Weke HBDH di Sala 9’an a Şer de li kuderê zilm hebe hêzên me wê li wir bi cih bibin û li dijî faşîzmê tişta pêwîst wê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “9’ê Adarê milîsên me li Bûrsayê çalakiya sabotajê kirin. Li Osmangaziyê bazirganekî tiryakê ku gelê me yê kedkar û ciwanên me jehrî dikir, di hedefa me de bû.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Milîsên me li dijî febrîqeya jinûve veguherandinê ya ayîdê vî kesê paşverû yê ku gelê me û ciwanên me dixe kemînê û jehrî dike, çalakiya sabotajê kirin. Çalakî di derdora saet 15.00’an de hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de zirareke mezin di febrîqeyê de çêbû. Milîsên me bi serketî ji qadê vekişiyan.”