Milîsên HBDH’ê li Esenyûrtê çalakî kirin

Milîsên Tolhildana Zeyneb Kinaci ya HBDH’ê ragihand ku 22’yê Hezîranê li dijî Avahiya Marketa Şok a li navçeya Esenyûrt a Stenbolê çalakiyek kirine.

Milîsên Tolhildanê ya Zeyneb Kinaci ya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku 22’yê Hezîranê li Esenyûrt a Stenbolê çalakiyek kirine.

Milîsên Tolhildana Zeyneb Kinaci ya HBDH’ê li ser çalakiyê ev got. “22’yê Hezîranê avahiya Marketa Şok a li navçeya Esenyûrt a Stenbolê ji aliyê Milîsên Tolhildana Zeyneb Kinaci ya HBDH’ê ve hatiye şewitandin û îmahkirin.

Ev ne hişyariya me ya yekem e ji bo Marketên Şokê. Tevî şewba koronayê me 30’ê Nîsanê Şaxa Mêrsînê ya Marketa Şokê ku kerker bi zorê 14 saetan dide xebitandin, karkeran tehdît dike, heqaret lê dike û weke koleyan dide karkirin, kiribûn hedef.

Em milîsên HBDH’ê carekî din didin diyarkirin ji bo hejaran edalet ne li qesrê ye, di serê kibrîtê de ye. Li kû dijminê karker, tecawîzkar, tecawîzcî û hevkar hebin wê di hedefa me de bin, wê berdêl bidin.

Bang li hemû ciwanên şoreşger û welatparêz dikin ku li dijî faşîzmê bi ruhê hevrê Zeyneb Kinacî çalakiyan bikin, dijminên gel bixin nava xeleka agir, hesab jê bixwazin. Niha ne demê gotinê, demê çalakiyane.”