Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Yekemîn a Danîmarkayê bi dawî bû
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Yekemîn hat lidarxistin.
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Yekemîn hat lidarxistin.
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê li Rådhuspladsenê Mîhrîcana Çanda Kurdî hat lidarxistin. Mîhrîcan du rojan domiya. Mîhrîcan di 25’ê Tebaxê saet 17.00’an de bi rêzgirtinê dest pê kir. Di Mîhrîcanê de li ser navê Enhedslistenê Ninna Hedeager Olsen û li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst Jacob Mørk axivîn.
Mîhrîcana ku ji aliye Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve hat lidarxistin bi dirûşmeya “Ji bo Serok Abdullah Ocalan azadî, Ji Kurdistanê statu û ji bo Rojhilata Navîn aştî” du rojan domiya. Li gel axaftvan û konsertên muzîkê, di konan de çand, jiyan, huner, wêje û metbaxa kurdî hat danasandin.
Di mîhrîcanê de Suleyman Çar Newa, Serhado, Necatî Gezen, Ronaz Efrîn, Diyar Kalan, Fri Galaxe Band, Read Musa & Tawfik Nerway, SerDal Eftelya, Keke Ibo, Hozan Fîgen, Newzat Tûnç, Bêrîvan Altanay, Hozan Bico û Koma Gowenda Amara derketin ser dike.