Mîdîbusa ku polîsên hêza çevîk lê siwarbûn qulipî û 2 jê giran 9 polîs birîndar bûn.
Mîdîbusa ku hêzên çevîk lê siwarbûn dema ku ber bi Pira Fatîh Sultan Mehmet ve diçû li derdora Maslak ya rêya TEM’ê qulipî. Qeza li derdora demjimêr 09.00’an pêkhat. Di qezayê de 2 jê giran 9 polîs birîndar bûn. Ji ber sedema qezayê demekê rê ji trafîkê re hate girtin. Gelek ambûlans û yekîneyên îtfayê sewqî cihê bûyerê kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.