Helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE), ku di berdêla pirsgirêka penaberan de polîtîkayên qetlîamker ên hikûmeta Tirk ji nedîtî ve tê, rastî nerazîbûnan tê.
Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Elman a Parlamenta Ewropayê (PE) Martîna Mîchels ji sputnik.news'ê re axivî û diyar kir ku bazariya penaberan a berpirsyarên Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyeyê re dikin 'şaşîtiyeke gelekî mezin e'. Mîchels biryara 'lezandina muzakereyên endametiyê' ya di berdêla vê bazariyê de ji bo Tirkiyeyê hatiye wergirtin, bi gotina 'Ewropa xwe difiroşe' pênase kir. Mîchels bal kişand ser komkujiyên bi fermana Erdogan û hikûmeta AKP'ê re li Kurdistanê tên kirin û got, "Eger muzakereyên endametiyê wê tevkariyê li nirxandina azadiya nêrînê û binpêkirina mafên mirovan neke, hingî şens nayê bikaranîn."
Martîna Mîchels mijara, 'di berdêla ragirtina penaberan li nava sînorê Tirkiyeyê de 3 mîlyar euro ji Tirkiyeyê re bê dayîn' da xuyakirin, ku ev yek 'heqê efûkirina guneh' e. Mîchels ragihand ku Tirkiyeyê hînê pirsgirêka xwe ya penaberiyê çareser nekiriye û xemsariya Ewropayê ya li pêşberî binpêkirinên mafên mirovan a di berdêla van alîkariyan de, rexne kir.
DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA NEBE ŞIRÎKÊ GUNEHÊN ERDOGAN
Parlamentera Parlamenta Ewropayê Mîchels da zanîn ku penaberên li Tirkiyeyê, jib er şerê li welatê xwe, di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn û rexne kir ku Rapora Pêşketinê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji bo ku 'Erdogan aciz neke' beriya hilbijartinê nehatiye weşandin.
Martîna Mîchels da xuyakirin ku Erdogan di şerê xwe yê li hemberî Kurdan de bi şirîkên xwe yên Ewropayê piştrast e û destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropa vê rewşê êdî bisekinîne.