Mexdûrê gaza Sarînê Hasan: El Nûsra êrîş kir, ne Esad
Derket holê ku Eniya El Nûsra ya li Sûriyeyê, gaza Sarînê ji Tirkiyeyê peyda kiriye. Yek ji mexdûrên vê çeka kîmyewî Elewiyê ji Helebê Kemal Hasan ji ANF'ê re axivî.
Derket holê ku Eniya El Nûsra ya li Sûriyeyê, gaza Sarînê ji Tirkiyeyê peyda kiriye. Yek ji mexdûrên vê çeka kîmyewî Elewiyê ji Helebê Kemal Hasan ji ANF'ê re axivî.
Bi doza di sala 2013'an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat vekirin û bi lez û bez hat girtin re, derket holê ku Eniya El Nûsra ya li Sûriyeyê, gaza Sarînê ji Tirkiyeyê wergirtiye. Yek ji mexdûrên vê çeka kîmyewî Elewiyê ji Helebê Kemal Hasan, bûyerên bi serê wan de hat ji ANF'ê re vegot.
Hasan ê 35 salî ku bi malbata xwe re li gundê Nûbûl Zehra yê Helebê dima û li Zanîngeha Helebê mamostetiya matematîkê dikir, di Hezîrana 2013'an de piştî êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Helebê, jiyana wî bi temamî guherî. Ji ber gaza Sarînê ya bandora xwe li wî kir, beşek ji bedena wî felç bûye, destên wî şewitiye, çavê wî yê çepê xisar dîtiye. Hasan neçar ma bi malbata xwe re xwe li Tirkiyeyê bigire. Hasan ew rojên tirsnak û hovane bi vî rengî vegot: "Danê sibehê bû. Tevahiya malbata me hişyar bûbû, em li bexçe rûniştibûn. Ji nişka ve bêhna berfînê ji hewayê hat. Bi rastî jî bêhnek gelekî xweş bû. Hînê min wext nedît lê binêrim ku bêhn ji ku tê, min dît ku zarokên min û biraziyên min li erdê ji hişê xwe çûne. Di rewşeke panîkê de min hewl da alîkariyê bidim wan, lê pê hesiyam ku ez bi xwe jî nikarim hilmê bistînim. Mîna ku yek min difetisîne, ber çavên min reş û xumamî bû. Em perîşan bûn. Ne doktor, ne derman hebû. Ji bo tedawiyê em neçar man çûn Şamê. Li nexweşxaneyê em hîn bûn ku çeka kîmyewî li hemberî me hatiye bikaranîn. Bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Doktoran gotin ku di çavên min û kezeba min de xisar çêbûye."
HEVSERA MIN JI BIN BANDORA ÇEKA KÎMYEWÎ NEHAT RIZGARKIRIN
Hasan ku di êrîşa gaza Sarîn de bira û biraziyê xwe winda kir, piştî vê bûyerê neçar ma bi sê zarok, hevser û xwişka xwe re derbasî Tirkiyeyê bibe. Hasan anî ziman ku Dergaha Pîr Garîp a li Semsûrê desteka herî mezin daye wan û diyar kir ku pîrekî Elewiyan alîkariyeke mezin daye wî û malbata wî. Hasan got, "Eger ew pîrê Elewî nebûya, dibe ku em îro ne sax bûna. Bi rastî jî gelekî alîkarî da me. Hişt ku em tedawî bibin. Şert û merc ji me re afirand ku em bên Stenbolê. Lê belê Stenbol jî li me nehat. Hevsera min e nikarîbû xwe ji bin bandora çeka kîmyewî rizgar bike, jiyana xwe ji dest da û ez bi sê zarokên xwe re mam."
BILA ELEWÎ ALÎKARIYÊ BIDIN ME
Hasan lenet li çeteyên cîhadî yên ku jiyana wan herimand kir û anî ziman ku êrîşa bi gaza Sarînê ne ji aliyê rejîma Esad ve, ji aliyê Eniya El Nûsra ve hatiye kirin. Hasan got, "Esad gelê xwe nekuşt. Ev êrîş ji aliyê endamên El Nûsra ve hatin kirin. Bi taybetî li dijî Elewiyan gelekî bi hêrs û kîn bûn. Dor li gundên me girtin û bombe kirin. Jin, zarok, extiyar her Elewî qetil kirin. Me xwe bi zorê ji nava lepên wan rizgar kirin." Hasan ku ji bo bandora çeka kîmyewî ji ser xwe biavêje hînê dermanan dixwe, niha bi xwişka xwe û sê zarokên xwe re li Esenyûrtê di nava şert û mercên zehmet û nebaş de hewl didin bijîn. Hasan anî ziman ku ew nikare kar peyda bike, her cihê ku ji bo kar serî lê dide, wî red dikin. Hasan da xuyakirin, ku ew jî ji eslê pîrê Elewiyan tê û bang li Elewiyan kir ku alîkariyê bidin wan.