Metna ‘’Pêşnûmeya Destûra Sûriyê’’ ya Rûsyayê
Metna pêşnûmeya destûrê ya ku Rûsyayê ji bo Sûriyeyê amade kirî û li Astana dayî ber muxalefeta Sûriyeyê hate weşandin.
Metna pêşnûmeya destûrê ya ku Rûsyayê ji bo Sûriyeyê amade kirî û li Astana dayî ber muxalefeta Sûriyeyê hate weşandin.
Pêşnûmeya destûrê ya ku ji hêla Rûsya ve hatî amadekirin, li paytexta Kazakîstanê Astana raberî muxalefeta Sûriyê hatibû kirin.
Li gorî nûçeya ku di Sputnîkê de weşiyayî di pêşnûmeyê de peyva ‘’Ereb’ a di navê dewletê de hebû hatiye rakirin: ‘’Komara Sûriyeyê; rêveberiya gel a ji bo gel; hevgirtina civakî; hurmetdarê maf û azadiyan; dewleteke serbixwe û serwer e ku bêyî kul i cihêtiyên welatiyan binere, li ser rêgezên mafên wekhev û berpirsyariyê hatiye danîn. Navê Komara Sûriyê û Sûriye hevnirx in.’’
Pêşnûmeya destûrê ya ku Rûsya pêşniyar kirî, ji bo Sûriyeyê dewleteke laîk pêşniyar dike.
‘OTONOMIYA ÇANDÎ YA KURD’
Di pêşnûmeyê de tê gotin:‘’Sazî û rêxistinên hikûmatê yên xweseriya çandî ya Kurd Erebî û Kurdî divê wekhev bi kar bînin.”
Di pêşnûmeyê de wiha tê gotin:
‘’Sûriye, şer, binpêkirina serweriyê wê ya ji hêla dewletên din ve û weke rêbaza çareseriyê şerê navnetewî şermezar dike. Qedexe ye ku artêşa Sûriyê li derveyî erkê dewletê karûbarê leşkerî bike.’’
‘’Sînorên welêt di encama referandûmê de ku bi tevlêbûna hemû welatiyên Sûriyeyê dikare biguhere.’’
RAYEYA DESTÛRDANÎNÊ
Di Metna pêşnûmeyê de ji bo rayeya destûrdanînê wiha tê gotin: ‘’Li ser navê gel ji hêla Meclîsa Gel û Meclîsa Damezirîner ve, li gorî destûrdayina Destûrê û qanûnên ku dikarin werin sepandin, dikare were bikaranîn.’’ Tê gotin, endamên Meclîsa Gel ji hêla gel ve, bi awayekî veşartî, rasterast û bi dengên wekhev dikarin werin hilbijartin.
Li gorî metnê, Meclîsa Gel dikare destûrê bipejirîne; ji bo hilbijartina seroktiya dewleta Sûriyê dikare banga danîna sendoqê bike; dikare dengdana pênebawerîbûna bi hikûmetê bipejirîne; peymanên navdewletî dikare erê bike; hem dikare peymanên navdewletî erê bike û hem jî dikare cihêtiyê bide şîrketên biyanî; dikare efûya hiştî bide dengdanê û rayeya parlamenterekî/ê dikare biqedîne.
Serokê dewleta Sûriyê ji du serdeman zêdetir nikare li ser desthilatdariyê bimîne.