Mêtingeriya TC'ê li Swîsreyê hate şermezarkirin

Li kantona Lûzernê ya Swîsreyê bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyeke navendî pêk hat û mêtingeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li kantona Lûzern a Swîsreyê çalakiyeke navendî pêk anî û desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kir. Bi banga TCŞ'ê nêzî 200 Kurdistanî li Muhlenplatzê li hev kom bûn û heta Stadtbibliothekê ve meşiyan.

Li qada mîtîngê bi navê TCŞ'ê axaftin hate kirin û hate ragihandin ku wê desteserkirina îradeya gel a li Bakurê Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê ti carî qebûl nekin.

Aktîvîstê TCŞ'ê diyar kir, heta ku bi faşîzmê gav paşde bidin avêtin wê li qadan bin û bang li hemû demokrat û welatparêzên li Ewropayê kir ku dakevin qadan û di şexsê Amed, Wan û Mêrdînê de li Kurdistanê bibin xwedî.

Piştî axaftina aktîvîstê TCŞ'ê çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.