Meşvanên Edeletê li Gumuşsuyu hatin astengkirin
Meşvanên Edeletê li Gumuşsuyu hatin astengkirin
Meşvanên Edeletê li Gumuşsuyu hatin astengkirin
Meşvanên Edeletê ku ji bo ku terora polîsan a ODTU protesto bikin, xwestin bimeşin Parqa Gezî û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê li Gumuşsuyu ji aliyê polîsên hêza çevîk ve hatin astengkirin.
Meşvanên Edeletê ku xwestin li Parqa Gezî daxuyaniyê bidin, parq çend saetan ji berê ji gel re hatibû girtin.
11 meşvanên Edletê ku xwestin ji Gumuşsuyu berbi Taksîmê ve bimeşin ji aliyê hezaran polîs û hêzên çevîk ve hatin astengkirin. Parlamenterê CHP’ê Aykut Erdogdu û Melda Onur çûn cem meşvanan û bi polîsan re bazar kir.
Onur bi wezareta karê hundir re hevdîtin kir û ligel ku got ji bo meşê destur hatiye dayîn jî, polîsan bi hincet aku talîmatek bi vî rengî ji bo wan nehatiye dayîn, destur neda.
Li aliyê dîmenên ku, mudaxaleya li hemberî Parqa Gezî derbas kiribû hatin jiyîn. Polîsan qad kiriye bin ablukayê û ji komek ji Kadikoyê ji bo bigihêjin Parqa Gezî derketine rê.
Çar kesên li Cadeya Îstîklalê piştgirî da meşvanên Edeletê hatin binçavkirin.