BI DÎMEN

Meşvanên Berlînê ber bi Brandenburger Torê ve dimeşin

Meşvanên ku bi daxwaza azadiya Ocalan li Berlînê dest bi meşê kirin ber bi Brandengbûrger Torê ve dimeşin.

Meşa bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Kurdistanê 1’ê Sibatê li stasyona Postdam a eyaleta Brandengburer destpê kirî di qonaxa dawî de ye. Meşê li Înnsbrûcker Platzê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, di meşê de gelek kes amade bûn.

Kurdistaniyan pankarta ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ vekirin û dirûşmên wekî ‘’Bê Serok jiyana nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan, Terorîst Tirkiye’’ berz kirin. Meş ku bi coş dewam dike kesên derorê jî eleqeyekî mezin nîşan dan.

BANGA TEVLÊBÛNA ÇALAKIYA 5’Ê SIBATÊ

Di meşê de bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku her kes tevlî çalakiya bi daxwaza azadiya Ocalan û Şehîdên Cizîrê bibe ku saet 13.00’an wê li ber NAV-DEM’ê pêk were.

Piştî meşa 4 kîlomtero wê li Brandenbûrger Torê mîtîngeke were lidarxistin û biçine Parlamentoya Federal dosya werin raberkirin.