Meşên Dirêj ên li Elmanyayê bi coşeke mezin dewam dikin
Meşên Dirêj ên li Elmanyayê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.
Meşên Dirêj ên li Elmanyayê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.
Meşên Dirêj ên li Elmanyayê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.
DÛÎSBÛRG
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê û derdora wê dijîn, danê sibehê li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan. Beriya meşê, komîteya amadekar daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rewşa Ocalan ne tenê rewşeke Tirkiyeyê, di heman demê de rewşeke navneteweyî ye. Zerara lê bibe, wê pirsgirêkek navneteweyî be."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna bi mîlyonan Kurdî ye û bal hat kişand ser xeteriya li ser jiyana Ocalan. Komîteya Amadekar, ji ber êrîşên qirkirina siyasî hişyarî da.
Çalakger wê îro bi qasî 10 kîlometreyan bimeşin.
Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li eyaleta Nordrheîn Westfalenê, nûnerên meclîsên jinan ên YJK-E, rêveberiya Sîwana Jinên Êzidî, NAV-DEM û Însiyatîfa Gel a Kurecîkê tevlî meşê bûn.
DARMSTADT
Meşa Dirêj a ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dest pê kir jî, di roja duyemîn de ye.
Bi qasî 100 kes, ji Russelsheîmê dimeşin Maînzê. Çalakiyê danê sibehê bi daxuyaniya NAV-DEM'ê dest pê kir.
NAV-DEM'ê bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan dike û wiha dewam kir: "Em bi çalakiyên xwe dikarin pêşî li zextên li derveyî mirovahiyê yên TC û dawî li tecrîda li ser Rêberê xwe bînin." NAV-DEM'ê bêdengiya sazî û dewletê Ewropayê rexne kir û got, "Dev ji polîtîkaya xwe ya durû berdin."
Meşvan wê sibe ji Maînzê berê xwe bidin Wîesbadenê, li vir jî li ber avahiya parlamentê mîtîngê lidar bixin û dawî çalakiya xwe bînin.
Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîm, Darmstadt, Gîessen, Maînz û Frankfûrtê tevlî çalakiyê bûn.
NÎEDERSACHSEN
Li eyaleta Nîedersachsen (Saksonya Jêrîn) jî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi coş dewam dike. Beşa îro ya meşê li bajarê Sarstedtê dewam dike. Meş wê sê rojan bidome û tê payîn girseya gel ji nava gelek bajar, bajarok û gundan derbas bibe. Di dema meşê de bi sedan belavokên li ser rewşa Ocalan tên belavkirin. Girseya gel wê bi 19 kîlometreyan bimeşe. Beşa sibe ya meşê jî wê li ber gara trenê ya Hannover/Andertenê saet di 10:00 de dest pê bike.