Meşê li Oldenbûrg û Bremenê bi dawî bû

Meşa Dirêj a li Oldenbûrg û Bremenê ya ku Kurdîstaniyan li dar xistibû bi dawî bu.

Meşa ku ji hêla meclîsên Oldenbûrg û Bremen a Elmanyayê ve hatibu organîzekirin, li bajaroka Oldenbûrg a Hûde despê kir, li ber Parlementoya eyaleta Bremenê bi dawî bu. Meşa Dirêj a ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja destpêkê de ti pirsgirêk derneketin lê, di roja 2’emmîn de hinek AKP’yî xwestin provakasyonê derxînin, girseyê rê neda provakasyona.

Rexmê hewa sar jî tevlêbuna jinan a mêşê bal kişand.

Di mitîngê de ku li pêşiya parlementoya eyaletê hate lidarxisin, ji bo bîranîna Şehîdên Cizîrê a ku roja wê roja Şemiyê di Mizgefta Kurdî ya Bremen Saidê de pêk were bangawazî hate kirin. Di heman demê de ji bo mîtînga Strasborugê a ku di 11’ê Sibatê de pêk were banga beşdariyê hate kirin.