BI DÎMEN

Meşa ‘Ocalan’’ a enternasyonalîstan kete roja 2’yan

Meşa Dirêj a ku wê 10 rojan bidome, ku bi daxwaza azadiya Ocalan ji 15 welatan 76 enternasyonalîstan ji Luksembûrg, Strabûrgê dayî destpêkirin kete roja duyan.

Li ser navê komîteya amadekar Uçar got, ‘’Ev meş nîşan dide ku karîgeriya Serok Apo her ku diçe li qada navnetewî berbelav dibe. Em armanc dikin ku Serok Apo bi awayekî fizîkî azad bikin’’

Meşa Dirêj a ku bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ li ber Dîwana Edelatêya Ewropa ya li Luksembûrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kirî, kete roja xwe ya 2’yan. Girseya meşê ku di nav wan de ji 15 welatan 76 enternasyonalîst û nûnerên saziyên Kurd ên Ewropayê jî hene, armanc dikin ku 10’ê Sibatê li Strabûrgê bin. Meşvan wê bang li Yekîtiya Ewropa (YE) û CPT’yê bikin bi mebesta ku rewşa Ocalan were başkirin, li ser rê wê bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtin werin danîn. Meşvan 11’ê Sibatê wê li Strabûrgê tevlî mîtînga şermezarkirina Komploaya Navdewletî bibin.

BANGA LI EWOPA: QEDEXEYA LI SER PKK’Ê BILA RABE

Li ser navê Komîteya Amedakar a Meşê Sezaî Uçar wiha got:

‘’Em hemû hêzên ku di nav Komploya Navdewletî de cih girtine şermezar dikin. Meşa me her wiha armanc dike ku PKK ji lîsteya terorê ya Ewropayê were rakirin. Dirûşma sereke ya meşê ev e; ‘’ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ Di meşê de ji 15 welatan 76 enternasyonalîst hene. Ji Brezîlya, Arjantîn, Welatê Baskê Belçîka, Elmanya, Fransa ji gelek welatên Ewropa çalakger hene. Ev meş bêguman girîng e. Komplo di şexsê Serok Apo de tasfîyekirina rizgariya netewî dabû ber xwe. Lê bi ser neketin. Ev meş hem şermezarkirina vê û hem jî azadkirina fizîkî ya Rêber Apo daye ber xwe. Bihistyariyeke pir zêde heye. Pêwendiya çapemeniyê û raya giştî têra xwe heye. Ev jî nîşan dide ku karîgeriya Serok Apo li qada navnetewî berbelav dibe. Em bawer dikin ku bi çalakiyên bi vî rengî em ê biçin encamê.’’