Meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê wê were lidarxistin
Meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê wê were lidarxistin
Meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê wê were lidarxistin
Meşa 6'ê Kanûnê ya li dijî qedexeya li ser PKK'ê, li astengiya polîsan aliqî. Komîteya amadekar a ji 84 saziyên li Elmanyayê nerazîbûn nîşanî biryara polîsan da û bi civîneke çapemeniyê ragihand, ku ew ê meşê lidar bixin.
Beriya konferansa wezîrên karên hundir ên 16 eyaletên Elmanya, ku wê di 11-12'ê Kanûnê de li Kolnê bê lidarxistin, 84 rêxistinan ji bo li dijî qedexeya li ser PKK'ê meşekê lidar bixin serî li polîsê Kolnê dan û destûr stendin. Lê belê bi hinceta ku dikandarên li Weinmarkt ên li ser rêgeha meşê li dij derketine û gotine 'wê bandorê li karê me bike' polîsan meş betal kirin. Li ser vê yekê, endamên platforma "Bundiss Gegen IMK" a meşê organîze dike, îro civîneke çapemeniyê lidar xist û nerazîbûn nîşanî biryarê da. Endamên platformê dan xuyakirin, ku ji bo betalkirina biryarê, wan serî li dadgeheke xwedî payeya bilindtir daye. Di civîna çapemeniyê de hat destnîşankirin, ku wê di 6'ê Kanûnê de li heman cihî meş were lidarxistin.
'BIRYARA QEDEXEYÊ BIRYAREKE KÊFÎ YE'
Di civîna çapemeniyê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê de, ji Antifa Ak Kolnê John Malamatînas, Torben Staûsdat, li ser navê YXK'ê Sema Kocatepe û Gabrîele Metzner amade bûn. Di civîna ku organên çapemeniyê eleqeyek mezin jê re nîşan da de, Gabrîele Metzner destpêkê mafê axaftinê wergirt û diyar kir, ku qedexeya li ser PKK'ê bê wate ye. Metzner ragihand ku ew astengkirina meşê bi hincetên kêfî yên polîsan fêm nakin û got, "Ev pêkanîneke antî demokratîk e. Em vê yekê bê wate û kêfî dibînin. aliyekî vê qedexeyê yê were qebûlkirin, nîne."
'JI BO BETALKIRINA BIRYARÊ ME SERÎ LI DADGEHÊ DAN'
Torben Staûsdat jî diyar kir ku wan di meha Cotmehê de ji bo meşê serlêdana destûrê kirine û behsa pêvajoya heta roja îro kir. Staûsdat got, "Li dijî qedexeya li ser PKK'ê, bi îmzeya bi dehan rêxistinan me ji bo meşa li bajarê Kolnê ya 6'ê Kanûnê serlêdana wergirtina destûrê kir. Polîsan bersiva erênî dan daxwaza me û destûr da. Me jî di vî warî de amadekariyên xwe kirin. Duh polîs li me geriyan û gotin, bi hinceta ku dikandarên Weinmarktê dibêjin 'wê bandorê li karê me bike' meş hatiye betalkirin. Pêkanîneke bi vî rengî ya tewş û kêfî nabe. Em vê qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê meşa xwe lidar bixînin. Ji ber vê yekê, ji bo betalkirina biryara polîs me serî li dadgeheke xwedî payeyeke bilindtir, dan."
Staûsdat da xuyakirin ku qedexeya li ser PKK'ê bê wate ye û got, "Ji ber kêf û şahiya hin kesan em ê nikaribin meşa xwe lidar bixin? Ev mafê me yê demokratîk e. Di vir de pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê heye. Beriya her tiştî ya girîng ev e" û destnîşan kir, ku ew ê di 6'ê Kanûnê de meşa xwe lidar bixin.
'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BÊ WATE YE'
Ji nûnerên YXK'ê Sema Kocatepe jî da xuyakirin, ku bi qedexeya li ser PKK'ê re azadiya Kurdên li Elmanyayê hatiye bisînorkirin û got, "PKK îro li Rojava û Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşe. Demokrasî û mafên mirovan diparêze. Di rewşeke bi vî rengî de qedexebûna PKK'ê li Elmanya û Ewropayê nakokiyeke mezin e. Şerma demokrasiyê ye. Divê ev yek tavilê bê rakirin." Ji Antifa Ak Kolnê John Malamatînas jî diyar kir ku ew ê biryara betalkirina meşê qebûl nekin û ragihand, ku ev yek pêkanîneke kêfî ye.
Meşa 6'ê Kanûnê ya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, wê saet di 13:00 de li Friesen Platz'ê destpê bike.