Meşa li Bavyerayê wê îro bidome

Kurdistaniyên li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dijîn, meşa xwe ya bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" didomînin. Kurdistanî wê saet di 09:30 de li ber NCDK ji nû ve dest bi meşê bikin.

Kurdistaniyên li bajarên Nurnberg, Ûlm, Îngolstadt û Munchenê dijîn, di Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de du roj li dû xwe hiştin.

Di roja duyemîn a meşê de 50 meşvan li ber Şaredariya Unterschleîssheîmê li hev civiyan û saet di 09:30 de dest bi meşê kirin. Kurdistanî bi qasî 22 kîlometreyan meşiyan. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Roja duyemîn a meşê, li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) qediya.

Di roja dawî ya meşê de Kurdistanî wê saet di 09:30 de ji ber NCDK'ê berê xwe bidin avahiya Parlamenta Bavyerayê.

Komîteya Amadekar li ser çalakiyê daxuyaniyek da û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşîgirtina li polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî vê meşa roja Înê (îro) ya ber bi Parlamenta Bavyerayê bibin.