Meşa ji Ocalan re azadî bi coşekî mezin dewma dike
Meşa Dirêj a ku bi şiyara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya nûerên saziyên Kurdan û dostên wan di 1Sibatê de li Luksembûrgê destpê kir, bi coşekî mezin dewam dike.
Meşa Dirêj a ku bi şiyara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya nûerên saziyên Kurdan û dostên wan di 1Sibatê de li Luksembûrgê destpê kir, bi coşekî mezin dewam dike.
Meşa Dirêj a ku bi şiyara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku bi beşdariya nûerên saziyên Kurdan û dostên wan di 1Sibatê de li Luksembûrgê destpê kir, bi coşekî mezin roja 3’emîn li pey xwe hişt. Meşvanan şeva duyemîn li bajarê Thîonvîlleyê derbas kir. Rêveberên Şaredariya Thîonvîlle beriya ku meşvan bigihijin salona ku şevê lê derbas bikin salon amadekirin. Rêveberên ku meşvan pêşwazî kirin diyar kirin ku ew pir kêfxweşin ku Kurdan dikin mêhvanên xwe. Meşvanên ku di saet 9:00’an de dest bi meşê kirin, 17 km meşiyan û gihiştin bajarê Talance yê Fransayê. Di meşa tevahî 3 rojan de bi giştî 75 km meşiyan.
SEROKÊ ŞERDARIYÊ: DIVÊ OCALAN BÊ AZADKIRIN
Li ser navê meşvanan heyetek bi qasî saetekê bi rêveberên Şaredariya Thîonvîlleyê re hevdîtin kirin. Dosyayekî ku armanca heyet Kurd û rewşa Kurdistanê tîne ziman pêşkêş kirin. Serokê Şaredariyê jî daxuyaniyek da û diyar kirin ku wê piştgirî bidin têkoşîna Kurdan, têkiliyên wan bi Kurdên li Thînovîlleyê dijîn re hene. Li şûna ku Kurdan bi vî rengî pêşwazîkirin zêdetir weke welatiyekî azad ê Kurdistanê pêşwazîkirin hê baştire. Her wiha Serokê Şaredariyê diyar kir ku dixwazin Ocalan bê azadkirin û dixwazin wî jî mêhvan bikin.
Kurdistaniyên ku ji Thîonvîlleyê tevger kirin, wê şeva xwe li bajarê Landremondê derbas bikin. Wê sibehê jî di navbera Landremond-St.Avoldê de bimeşin.
KÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ DIBIN
Li Luksembûrgê 67 enternasyonalîstên ku ji 15 welatên cuda ku bi daxwaz “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kuristanê Re Statû” li hev civiyan. Beşdariyekî xurt ji Ewropa bigire heta Amarîkaya Latîn pêk hat. Li gorî welatan hêjmara enternasyonalîstên ku beşdarî çalakiyê bibûn wiha ne: “Ji Elmanya 16, ji Fransa 4, ji Swîsre 4, ji Belçîka 2, ji Îtalya 2, ji Hollanda 2, ji Danîmarka 1, ji Swêdê 2, ji Berîtanyayê 2, Spanya,Bask, Katalan û herêma Endulusê jî 20, ji Şîlî 1, Arjantîn 2, ji Portakîz 6, ji Brezîlyayê jî 1 bi giştî 67 dostên Kurdan beşdarî meşê bibûn.
Li gel dostên Kurdan ên ji welatên cuda yên Cîhanê nûnerên sziyên Kurdistanî û Turkiyeyê jî cihê xwe di meşê de girtibûn. Ji PYD’ê 1, ji PJAK’ê 1, ji MLKP’ê 1, ji TEV-ÇAND’ê 3, ji Têkiliyên Derve 5, ji Yekîtiya Êzidiyên Kurdistanê 1, ji Ciwanên Azad 3, ji Buroya Aştiyê ya Jinan CENÎ’yê 1 û ji TJK-E’yê jî 2 bi giştî 18 kes cihê xwe di meşa Luksembûrg-Strasboûrgê de girtibûn.