Meşa dirêj ya ji Heilbronn heta bi Stutgartê dest pê kir
Meşa dirêj a ku ji bo azadiya Ocalan ji Heilbronn heta bi Stuttgartê dest pê kir.
Meşa dirêj a ku ji bo azadiya Ocalan ji Heilbronn heta bi Stuttgartê dest pê kir.
Meşa dirêj ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bajarê Heilbronn yê Elmanyayê heta bi Stuttgartê hatî destpêkirin di roja duyemin de didome.
Meş bi tevlîbûna 50 kesî li Kircheimê heya Ludwigsbûrgê ku bi axaftina Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan destpêkir.
Dogan di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdan û wiha got; "Kiryarên dewleta Tirk yên dijî mirovahiyê û tecrîda ku li ser Rêbertî encax bi çalakiyan em dikarin bidin sekinandin."
Dogan bertek nîşani bêdengiya dewletên Ewropa û saziyên Ewropa da û got 'Ev politîkaya dirûtiyê dev jê berdin'