Meşa Dirêj a li Heîlbronnê heta Stûttgartê bi dawî bû

Meşa Dirêj a ku di roja Çarşemê de li bajarê Heîlbronnê destpê kiribû, îro bi çalakiyekî ve li Stûttgartê bi dawî bû.

Meşa Dirêj a ku di roja Çarşemê de li bajarê Heîlbronnê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribû, meşvanan di şeva despêkê de li Kîrchheîm Neckarê di roja 2’emîn de jî Lûdwîgsbûrgê rawestiyabûn, îro gihîştin Stûttgartê.

Meşvanan li navenda bajarê Schlossplatzê mitîngekî pêk anîn.Di meşa qasî 25 kîlomêtreyan dewam kir de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ , ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin. Meşvan bi gulan ve hate pêşwazikirin.

Mîtîng bi coşekî mezin ve bi gerandina govendê ve bi dawî bû.