BI DÎMEN

Meşa Dirêj a li Hambûrgê di roja 2'emin de ye

Meşa Dirêj a li Hambûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 2'emin de dewam dike.

Meşa Dirêj a duh ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê destpê kir, îro jî berdewam kir. Çalakgerên ku di seatên sibehê de hatin cem hev bi dirûşmeyan heta taxa Veddel meşiyan.

Çapemeniya Elmanyayê eleqeyek mezin nîşanî meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratî a Kurd (NCDK) hate organîzekirin. Televîzyona ZDF têkildarî hevdîtina Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a ji bo Tirkiyeyê ku nêrînên Kurdên ku li Elmanyayê dijîn ku di vê mijarê de mereq dikirin, yek bi yek nêrînên çalakvanan girt. Çalakgerên ku hevpeyvîn bi televîzyonê re kirin, diyar kirin ku êdî bendewariyên wan ê ji bo Merkel ku têkildarî qetlîamên li ser Kurdan tê kirin nemaye û bi bîr xistin ku divê gelên Elmnya li beramber vê yekê bêdengiya xwe xirabikin. Her kesê ku li dijî faşîzmê û mafê azadiya jinê diparêze divê bikeve nava hewldanên ku tifaqê li gel Kurdan bike. Kurdan diyar kirin ku heta dawiyê bi biryarin ku ji bo azadiya Ocalan bimeşin.”

Meşa 3 rojan a li Hambûrgê wê sibehê saet 10:00'an de li Veddelê dewam bike û wê saet 13:00 li mîtînga ku wê li pêşiya Parlamnetoyê li cadeya Jungernstieg bê lidarxistin ve biqede.