BI DÎMEN

Meşa dirêj a li Hambûrgê bi dawî bû

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatî destpêkirin, bi dawî hat.

Meşa Dirêj a li bajarê Hambûrg ê Elmanayayê ji aliyê Kurdistaniyan ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3'ê rojan dewam kir, îro bi mîtîngekê bi dawî bû. Di dema mîtîngê de heyeta ku ji çalakgeran pêkhatî dosyayek li ser meşa xwe radewstî Parlamenterê Partiya KESK a Hambûrgê Filîz Demîrel kirin.

Meşa Dirêj di her 2 rojên destpêkê de bê pirsgirêk derbas bû. Lê meşa îro piştî hevdîtina Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rewşa polîsan balkêş bû dijî çalakgeran. Çalakgerên ku tîşortên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe kirin û alên rakiribûn, polîsan astengî ji wan re derxistin û diyarkirin ku ew qebûl nakin. Ev rewşa polîsan ji aliyê Kurdistaniyan ve rastî bertekên hişk hat û Kurdistaniyan pêşniyara polîsan qebûl nekirin. Piştî nîqaşkirina vê bûyerê çalakgeran bi tîşortên Ocalan û alan ber bi parlamentoyê ve meşiyan.

Di dawiya meşê de li cadeya Jungernstieg a beramberî parlamentoyê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de banga tevlîbûna meşa 11'ê Sibatê a li Strasbûgê pêk were hat kirin.