Meşa Dirêj a li Dûîsbûrgê di roja duyemîn de ye
Meşa Dirêj a Kurdistaniyan, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dûîsbûrgê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.
Meşa Dirêj a Kurdistaniyan, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dûîsbûrgê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.
Meşa Dirêj a li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya ji bo Kurdistanê duh dest pê kir, îro dewam dike.
Çalakger îro danê sibehê saet di 10:00 de li Bûcholz a Dûîsbûrgê li hev civiyan û tevî baranê jî bi coşeke mezin dest bi meşa xwe ya îro kirin. Çalakger wê îro bi 15 kîlometreyan bimeşin.
Girseya gel wê heta Dusseldorf-Darendorfê bimeşe û roja 4'ê Sibatê xwe bigihîne Koma Dusseldorfê. Her du komên çalakgeran wê li ber DGB Haûs a Dusseldorfê bibin yek û heta Parlamenta Eyaletê bimeşin.