BI DÎMEN

Meşa Dirêj a ji bo Ocalan dest pê kir

Li Parîsê, Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.

Li paytexta Fransa Parîsê, Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku wê sê rojan bidome, dest pê kir.

Bi sedan Kurdistaniyên li ber avahiya Şaredariya Vîlleneûve-Saînt-Georges a Parîsê li hev civiyan, li ber pankarta "Ji Ocalan re azadî" û bi wêneyên Ocalan dest bi meşê kirin.

Kurdistanî wê di nava sê rojan de bi 50 kîlometreyî bimeşin. Di dema meşê de wê dosyayên li ser rewşa Ocalan radestî sendîka û şaredariyan bên kirin.

Meşa Dirêj wê li ber Parlamenta Fransayê bi mîtîngekê biqede. Çalakger wê li vir jî dosyayek li ser armanca çalakiya xwe radestî rayedarên parlamentê bikin.