Meşa Dirêj a Elmanyayê: Heta Ocalan azad bibe, em ê li qadan bin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meşa Dirêj li Heilbronn û Niedersachsen destpê kir.

Li bajarê Heilborn ê Elmanyayê bi tevlîbûna dehan kesî meşa 3 rojan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku wê heta Stutgartê bidome, destpê kir.

Li ser navê Komîteya Amadekar Saît Ozturk axivî û nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û wiha got; "Ji niha û pêve heta Rêbertiya me azad bibe, kesek nikare me ji qadan derbixîne."

Piştî axaftinê starta meşê a heta Kircheim'ê wê bidome, hat dayîn.

NIEDERSACHSEN

Li eyaleta Niedersachsen jî meşa ku ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin bi çoş didome. Meşa ku ji bo 1,2 û 3'ê Sibatê îro starta wê li bajarê Hildesheimê hat dayîn. Meşa ku wê 3 rojan dewam bike, tê payîn ku wê bi gelek bajarok û gundan re derbas bibe. Di meşê de bi sedan belavokên têkildarî tecrîda li ser Ocalan, hat belavkirin. Meş bi dirûşme û stranan tê pêşwazî kirin, rêya kû hatî plankirin bi nivî bû.