Merasîma 9. ‘Welatiyê Rûmetê’ ya ji bo Ocalan

Li Îtalya li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Campobasso ji aliyê 2 şaredariyan ve merasîma hevpar ya ‘Welatiyê Rûmetê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

Li Îtalya li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Campobasso ji aliyê 2 şaredariyan ve merasîma hevpar ya ‘Welatiyê Rûmetê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

Di meha Nîsanê de, li herêma Molise ya Îtalyayê, şaredariya Castel de Guidice ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Iserniayê û şaredariya Castelbottaccio ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Campobassoyê eşkere kirin ku wê Ocalan bikin "welatiyê xwe yê rûmetê". Li Avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Campobasso merasîm hat lidarxistin, saziyên herêmî, komele, nûnerên rêxsitinan û serokên şaredariyan beşdar bûn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û di axaftinên serokên şaredariyan de qala têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aşitiyê hate kirin.

OCALAN LÎDEREKE BERXWEDÊR E

Serokê Şaredariya Castellbottaccîo Dr. Nîcola Marrone wiha got; “Dema ku em li dîroka xwe dinêrin lîderên me jî xeteke berxwedanê şopandin û ji aliyê gelê me ve jî şerê partîzan hate dayîn. Îro gelê Kurd jî berxwedaneke wiha nîşan dide. Rêzdar Ocalan lîderê vê berxwedanê ye.”

Marrone got ku divê têkoşîna gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan bê destek kirin û wiha qala rolê Ocalan a di aşitiya Rojhilata Navîn de kir; “Rêzdar Ocalan tevî lîdereke berxwedêre bi taybet bi Şoreşa Rojava re projeya ku jiyana hevpar a hemû gelan digre nava xwe pêk anî. Bi vê projeyê re sîstemeke ku dewletê jî derbas dike xwest ava bike.”

PIŞTGIRIYEKE JI BO AŞITIYÊ

Di merasîmê de xelata ‘Welatiyê Rûmetê’ ya ku dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Endamê Înîsiyatîfa Azadiya Ocalan Mahmût Şakar ve hate girtin. Şakar wiha axivî; “Rêzdar Ocalan ve 19 sale dibin tecrîdê de ye. Tevî van 19 salan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtinê bi parêzerên xwe re nake û ji 11’ê Îlona 2016’an têkildarî tenduristî û rewşa têde tu agahî nayê girtin.

Di vê mijarê de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê a Ewropa (CPT) û welatên Ewropa helwedaneke diyar nekirin û piştgirî nedan.” Şakar got ‘Welatiyê Rûmetê’ ya ji bo Ocalan piştgiriyeke ji bo aştitiyê ye.

Du şaredariyên din ên Îtalyayê Campobosso û Catellbottaccîo, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin 'welatiyê xwe yê rûmetê'. Bi vî rengî hejmara şaredariyên Îtalyayê yên Ocalan kirin welatiyê xwe, bû 9.  Beriya niha şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonîa, Reggîo Emîlîa, Rîaxe, Martano, Pînerolo xeleta ‘Welatiyê Rûmetê’ dabûn Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan.

Çavkanî: Yenî Ozgur Politîka