Melenchon peyam da ku ew li cem Kurdan in

Serokê Giştî yê Partiya Çepgir a Fransayê Jean Luc Melenchon got, ‘’Di demeke wiha de pêşwazîkirina Erdogan û bi hev re dayina peyama hevpar mirov diêşîne.’’

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo ronîkirina qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi deh hezaran kes hatin cem hev. Serokê Giştî yê Partiya Çepgir Luc Melenchon û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laureng peyamên pişrtgiriyê dan.

 ‘EM JI BO HEVKARIYA BI KURDAN RE DIMEŞIN’

Melenchon ji nûçegihanan re axivî, ziyareta Erdogan a Parîsê bi zimanekî tund rexne kir û got, ‘’Di rewşeke wiha de pêşwazîkirina Erdogan a li qesra Elysee û peyamên hevpar li ser navê demokrasiyê mirov xemgîn dike û pê diêşe. Niha li Tirkiyê gelek parlamenter, nûçegihan û ji civakê gelek derdor li girtîgehan in. Em li ser navê partiyê vê rewşê şermezar dikin û ji bo hevkariya bi Kurdan re dimeşin.’’