Mehmûd Onder wê sibe bispêrin xakê
Kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder wê sibe bispêrin xakê.
Kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder wê sibe bispêrin xakê.
Sersaxiyê ji bo Kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder roja sêşemiyê vir ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê tên qebulkirin. Îro jî sersaxiyê ji bo malbatê û rêhevalên wî wê bin qebulkirin û wê Mehmûd Onder wê sibe bispêrin xakê.
Sibe wê ji bo Onder li Salona Dewetê ya Başak Sarayê merasîmek bê çêkirin. Di merasîmê de malbat Onder, rêhevalên wî û kedkarên çapemeniya Kurd wê amade bibin.
Piştî merasîmê wê cenazeyê Onder li goristana Vestre Kirkegardê (Vestre Kirkegårds Allé 15, 2450 KBH SV) bê veşartin.