Mehmûd Meşhedanî bû serokê parlamentoya Iraqê
Nêzîkî salekê ye postê serokatiya parlamentoya Iraqê vala ye, duh bi şev parlamentoya Iraqê piştî du gerên dengdanê, Mehmûd Meşhedanî wek serokê nû yê parlamentoyê hilbijart.
Nêzîkî salekê ye postê serokatiya parlamentoya Iraqê vala ye, duh bi şev parlamentoya Iraqê piştî du gerên dengdanê, Mehmûd Meşhedanî wek serokê nû yê parlamentoyê hilbijart.
Piştî 11 mehan ji lihevnekirina aliyên siyasî yên Sunnî li ser berbijarekî û birêvebirina postê serokatiya meclîsa nûneran, duh bi şev berbijarê Hevpeymaniya Ezmê Mehmûd Meşhedanî ji piraniya Sunniyan, Çarçoveya Hevahengiyê û fraksiyonên Kurdistanî piştgirî wergirt û di gera duyem de ku 269 parlamenter amade bûbûn, 168 deng bi dest xistin.
Rûniştina duh bi şev sêyemîn rûniştin bû ku di nêzî salekê de ji bo hilbijartina serokê meclîsa nûneran hat birêvebirin.
14’ê mijdara sala borî, bi tometa gendelî û sextekirina îmzeyê Dadgeha Bilind a Iraqê endametiya Serokê Berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî betal kir.
Kurteyek li ser jiyana Mehmûd Meşhedanî:
Navê wî yê temam Mehmûd Dawid Silêman Meşhedanî ye, sala 1948'an li bajarê Bexdayê ji dayik bûye, sala 1972'yan peymangeha bijîşkiya leşkerî temam kiriye û wek efser di artêşa Iraqê de kar kiriye.
Meşhedanî sala 2004'an endamê komîteya nivîsîna destûra ÎIaqê bûye, sala 2006'an heta 2009'an serokatiya parlamentoya Iraqê û Yekîtiya Parlamentoya Erebî kiriye, piştî rûxandina desthilata Sedam Hisên yekem car wî serokatiya parlamentoyê kiriye.