Medya Swêdê: Pêla girtinê ya AKP'ê herî zêde zerarê dide jinan

Yek ji mezintirîn rojnameyên Swêdê Dages Nyheter, di hejmara xwe ya duh de girtin û operasyonên qirkirinê yên li dijî HDP'ê kir mijara xwe.

Yek ji mezintirîn rojnameyên Swêdê Dages Nyheter, di hejmara xwe ya duh de girtin û operasyonên qirkirinê yên li dijî HDP'ê kir mijara xwe. Rojnameyê destnîşan kir, pêla girtinê ya hikûmeta AKP'ê herî zêde zerarê dide jinan.

Nûçegihana rojnameya Dagens Nyheter a li Tirkiyeyê Terese Crîstîansson bi hiqûqnas, zanyarên siyasetê, parlamenterên HDP, CHP û AKP'ê re rûnişt û çavdêriyên xwe bi gotarekê nivîsand.

Di gotarê de hat ragihandin, beriya niha bi du salan, gelek kesan HDP a ji benda ji sedî 10'an derbas bû û Hevserokên wê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pîroz kirine û HDP weke dengê hindikahiyan didîtin.

Nûçegihan Crîstîansson da zanîn, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi hezaran kes bi gumana pêwendiya xwe bi Tevgera Gulen re heye hatin girtin û piştre endam û rêveberên HDP'ê hatine girtin.

Di gotarê de hat bibîrxistin, 13 parlamenterên HDP'ê hatine girtin û dozgerî dixwaze Selahattîn Demîrtaş bi 142 salan, Fîgen Yuksekdag jî bi 83 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.

Nûçegihan Terese Crîstîansson diyar kir, piraniya kesên hatine girtin, bi 'propaganda PKK'ê' û 'endametiya rêxistina terorê', yan jî bi 'heqareta li Serokkomar Erdogan û hikûmetê' tên sûcdarkirin û destnîşan kir, ku gelek mûxalîf dibêjin, ji bo guhertina qanûnî ya erkên serokkomar zêdetir dikin pêk were, parlamenter tên tesfiyekirin.

Di dewama gotarê de hat bibîrxistin, ku HDP xwedî sîstema hevserokatiyê ye, di hemû organên rêveberiyê de mêrek û jinek cih digirin, temsîla jinan a di nava partiyê de gelekî xurt e û hat gotin, pêla girtinê herî zêde bandor li jinan kiriye. Parlamenter, parêzer, zanyarên siyasî û pisporên ku ji Dagens Nyheterê re axivîn, xwedî heman nêrînê ne.

Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk, ku piştî 2 mehan hat berdan, ji rojnameyê de diyar kir, ku êrîşên girtinê yên li dijî HDP'ê di heman demê de êrîşa li dijî jinan e. Bîrlîk wiha dewam kir: "Di tevahiya dîrokê de jin bi biryardarî têdikoşiyan û rejîm jî bi vê dizane. Em ji bo wan gefek in."

Leyla Bîrlîk da xuyakirin, ku divê nûnerên jinan her tim di nava siyasetê de cih bigirin û destnîşan kir, jin parçeyek ji têkoşîna aştiyê ye. Leyla Bîrlîk got, "Mêr ji jinan ditirsin. DAIŞ bi xwe ditirsin ku bi destê gerîlayên jin ên Kurd bên kuştin. Heman tişt ji bo siyasetê jî derbas dibe. Em bi têra xwe xurt in. Heta ku ji me bê em ê têbikoşin.