Medya Swêdê: Ji bo Erdogan destpêka bidawîbûnê ye

Televîzyona dewletê, ajansa nûçeyan û rojnameyên mezin ên Swêdê, encamên hilbijartina xwecihî ya Stenbolê ji bo mûxalefetê weke serketineke mezin, ji bo Erdogan jî weke sîleyeke mezin û destpêka bidawîbûnê nirxandin.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Stockholmê Paul Levin ji rojnameya Expressenê re hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê şîrove kir û diyar kir, tevî ku AKP'ê derfetên medyayê û dewletê hemû bi kar anî, namzetê mûxalefetê serketineke mezin bi dest xist.

Zêdebûna dengê mûxalefetê li gorî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê weke "Ji bo Erdogan û namzetê AKP'ê yê şaredariyê rewşeke giran û biçûkxistinê ye."

Diyar kir ku encamên hilbijartina xwecihî ya Stenbolê nîşan daye ku li Tirkiyeyê demokrasî nemiriye û tevî her tiştî jî dikarin bi ser bikevin.

Levin ragihand ku windakirina Stenbolê û bajarên din ên mezin nîşan dide ku AKP di pêvajoya têkçûnê de ye û got, "Erdogan şaredarê nû pîroz kir, lê belê nîşan da ku dibe ku erkên şaredar kêm bike."

Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT jî ji aboneyên xwe re ragihand, dibe ku şaredarê nû yê Stenbolê dema bê bibe hevrik ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re.

Profesorê Civaknasiyê ya Zanîngeha Lundê Ûmût Kirimli ji TT re got, "Ji bo demokrasiyê li Tirkiyeyê hîn jî hêvî heye."

Nivîskarê rojnameya Aftongladetê Walgang Hansson diyar kir, têkçûna hilbijartinên Stenbolê ji bo Erdogan bû têkoşîna herî mezin a kariyera wî ya polîtîk.

Di malpera înternetê ya Televîzyona Dewletê ya Swêdê de bi sernavê "Encamên hilbijartinê ji bo rejîma Erdogan ne tenê sîleyek e" gotarek hate weşandin û hate ragihandin ku Erdogan wê êdî mîna berê nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Gotar ji aliyê rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî û Mûrat Kûseyrî ve hate nivîsandin.