BI DÎMEN

Meclîsa Kurdên li Moskowayê konferansa xwe pêk anî

Meclîsa Kurdên li Moskowayê konferansa xwe lidar xist.

Konferansa yekemîn a Meclîsa Kurdên li Moskowayê di 9'ê Hezîranê de li avahiya Mala Kurdan hate lidarxistin.

Di konferansê de kar û kêmasiyên sê salên borî hatin nirxandin. Gelek nûnerên saziyên Kurd yên herêma Moskowayê tevlî konferansê bûn û di konferansê de axivîn û tecrûbeyên xwe parve kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Rûsyayê, Rêşad Bênav di konferansê de axivî û bal kişand ser modêla xebatên li Rojava û got, ew modêl dikare ji bo hemû Kurdan bibe sembol.

Piştî axaftinan hevserokên nû yên Meclîsa Kurdên li Moskowayê hatin hilbijartin. Di encama dengdanê de Rafîk Kamîl û Êka Qulîxan ji bo 3 salan hatin hilbijartin û 11 endam jî ji bo desteya rêveber hatin hilbijartin.

Endamên ku hatin hilbijartin spasiyên xwe anîn ziman û soz dan ku wê bi berpirsiyarî li nêzî karên xwe bibin.