Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê rê nedin

Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişand ser revandina endama Meclîsa Partiyê Buşra Kûyûn û diyar kir, "Ev yek ji polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminatiya li jinan û Kurdan cuda nîne. Em ê rê nedin."

Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî revandina endama Meclîsa Partiyê Hatîce Buşra Kûyûn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endama Meclîsa Partiyê Kûyûn di nava rojê de li Wanê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan naskirin ve hate revandin û ji bo Wanê biterikîne gef lê hate xwarin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em zanin ku êrişên destgîrkirina neqanûnî ya ciwanan û polîtîkaya windakirinê ku ji aliyê feraseta mêr a serdest ve tê meşandin ne cara yekemîn e. Em baş zanin ku jinên li ber polîtîkayên mîlîtarîst, zayendîperest, faşîzan ên desthilatdariyê radibin dibin hedefa gefên bi vî rengî. Revandina hevala me Buşra û gefa lê hate xwarin, ji polîtîkaya windakirinê û polîtîkaya dijminatiya li jinan û Kurdan a bloka faşîst a AKP-MHP'ê cuda nîne.

Buşra hevrêyeke me ye ku ji bo Meclîsa Partiyê hatiye hilbijartin û di heman demê de karê ciwanan dimeşîne. Yên ku ji têkoşîna wê ditirsin bila nebêjin ku hevala me Buşra bi tenê ye. Tifaqa AKP-MHP'ê ku nûnerê zîhniyeta serdest a mêr e, bi navê jinên ku serî li ber gef û şantajê wan natewînin, em ji wan re dibêjin; em ê tu carî rê nedin van polîtîkayên we."