Meclîsa HDK-Munchenê ava bû

Meclîsa HDK-Munchenê ava bû û Zohre Goçmen û Kemal Goktepe ji bo hevberdevkiyê hatin hilbijartin.

Kongreya Demokratîk a Gelan li Munchenê (HDK-Munchen) piştî xebateke 6 mehan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Ji bajarên Aûgsbûrg û Îngolstadtê delege beşdar bûn. Tevî nûnerên FÎDEF, NAV-DEM, SYKP'ê, ji DKP'ê Leo Mayer, ji Dîe Lînke Ateş Gurpinar, endamê Meclîsa Bajêr Çetîn Oraner û ji DÎDF'ê Levent Çokdegerlî li kongreyê amade bûn.

Ji AABF'ê Ercan Kara, endama Meclîsa Şaredariyê Gulseren Demîrel û ji Hewldana Koçgiriyan Enver Çampinar jî peyam ji kongreyê re şandin.

Kongreya ku Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî lê amade bû, bi rengekî serketî qediya. Di encamê de Zohre Goçmen û Kemal Goktepe bi yekîtiya dengan ji bo hevberdevkiyê hatin hilbijartin.