Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin 22 sal li pey xwe hişt û destnîşan kir ku dem hatiye, dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bê anîn û azadî bê misogerkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe li Îmraliyê bi berxwedaneke mezin xurt kiriye û paradîmaya civaka demokratîk, ekolojîk û wekheviya zayendîparêz pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rabûna li ber sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo, karê herî bingehîn ê azadî û demokrasiyê yê demê ye."
Di daxuyaniyê de bang li her kesî hatekirin ku 6'ê Sibatê li Postaxaneya Harrîngeyê di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re bê şandin, 13'ê Sibatê bi xurtî tevlî meş û mîtînga li navenda Londonê bibin.