Meclîsa Gel a Danîmarka 5. Kongreya xwe li dar xist
Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka, 5. Kongreya xwe ya Asayî li paytexta Danîmarka Kopenhagê li dar xist.
Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka, 5. Kongreya xwe ya Asayî li paytexta Danîmarka Kopenhagê li dar xist.
Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka, 5. Kongreya xwe ya Asayî li paytexta Danîmarka Kopenhagê li dar xist.
Kongre bi rêzgirtina di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir de ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin.
Piştî axaftinên vekirinê yên Hevserokên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Zelîha Tîtrek û Fetî Baran, dîwan hate hilbijartin.
Di kongreya ku Hevseroka KCD-E Dilşa Osman bi rê ve bir de Nûnerê YNK’ê yê Danîmarkayê Hawra Mahmûd, siyasetmedarê Kurd Serdar Benlî bi axaftinên kurt dan destpê kirin.
Di kongreyê de endamê KNK’ê Adem Ûzûn jî axivî, got ji bo Kurdistanê merheleyek siyasî ya nû destpê kiriye û pêvajoya îspatkirina hebûna Kurdan veguheriye pêvajoya rizgarbûyinê.
Uzun destnîşan kir ku lêgerinên nû yên li Rojhilata Navîn Kurd kirine aktorekî herêmê, wiha dom kir: “Dijmin hebûna xwe bi tinebûna me girêdayî. Ji bo hebûna xwe tinebûna me dane ber çavên xwe. Em ê vê koledariya tê spartin qebûl nekin. Me di hevdîtinên Oslo û piştî wê jî ev danî holê. Wê bersiva me ya ji kesên ku daxwazên gelê me paşguh dikin re Kurdistana Azad be.”
Piştî axaftinan xebatên salekê yên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û raporên Malî, her wiha xebat hatin nirxandin.
Ji bo Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Zelîha Tîtrek û Fetî Baran hatin hilbijartin.