Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê dicive

Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê dicive

Wek berdewama konferansên li Amed û  Enqreyê ku bi armanca pêşvebirina ‘Pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane’ ya ku li Tirkiyeyê der barê pirsgirêka kurd de tê meşandin, pêk hatin, meclisa Aştî û Demokrasiyê ya ji baskên Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê ku di 29-30’ê hezîranê de pêk hat dê, civîna xwe ya yekemîn lidar bixe. Civîn dê di 1’ê Îlonê de pêk were.

Wek berdewama konferansa li Amed û Enqreyê pêk hat de, li Ewropayê jî di 29-30’ê Hezîranê de  Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê pêk hat. Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê dê civîna xwe ya yekemîn lidar bixe. Civîn dê di 1’ê Îlonê de pêk were.

Di civîna Desteya Rêveber a Demborî ya 13'ê Tîrmehê de aşkera bûbû ku melcîsê ji çend kesan û ji kê pêk were. Dûre civata konferansê navên kesên tevlî xebatan bibin ji Desteyê re ragihand û bi vî rengî meclîs gihaşt şeklê xwe yê dawî. Meclis ji 75 endamên ku nûnerên Ereb, Asurî-Suryanî, Keldanî, Çerkez, Ermenî, Kurd, Laz, Roman, Rum, Elewî, Êzdî, Xiristiyan, Misliman, Yahudî û siyasetmedan pêk tê.

Li ser navê desteyê ku xebatên amadekar ên meclisê didin meşandin de, daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û hat diyar kirin ku dê civîn di 1’ê Îlonê li bajarê Elmanya Dusseldorfê de pêk were û  dê bi rojevên sereke yên wekê ‘amadekariya rêziknameya hundir a meclisê, hilbijartina rêveberiya meclisê, hilbijartina komîsyonên meclîsê û plansaziyê’ pêk were.

MECLIS DÊ BI 6 KOMÎSYONÎ XWE RÊXISTIN BIKE

Konferansa Brukselê ku ji gelek aliyên cuda kes anîn cem hev, ji bo ku li Tirkiye û Kurdistanê aştiyeke mayîn de bê tesîskirin, ji bo tevli înşakirina pêşeroja demokratîk a hevpar bibin, rêxistinbûna têkoşîna aştiyeke  ji jêr heta jor wek peywira sereke hatiye nirxandin.  Ji bo di vî alî de xebat bên meşandin meclisê biryara rêxistinê girt. Her wiha meclisê biyar kir ku dê xwe bi awayekî ‘1-Komîsyona Edelet, Heqîqet û Rûhevhatinê, 2- Komîsyona xebatê ya der barê rayagiştî ya Ewropayê, 3- Komîsyona Têkiliyê ya bi Gel re, 4 Komîsyona Mekeqan ûna Nû, Paqijiya Rê û Hiqûqê,  5- Komîsyona Azadiya Jinê û 6- Komîsyona Ciwanan’ biryara rêxistinbûnê hat girtin.

 Ji 60 saziyê û gelek şexsiyetên serbixwe bi giştî ji 400’î zêdetir delege tevli Konfersa Aştî û Demokrastiyê ya Ewropayê bibûn. Di encamnameya konferansê de hatibû diyar kirin ku Kurdistanî û Tirkiyeyî ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a welat dê dînamîkên girîng û bi bandor bin û der barê tevlibûna pêvajoyê ev hêma hatibûn destnîşankirin:

EM DÎNAMÎKÊN GIRÎNG YÊN PÊVAJOYÊ NE

1 - Ji bo rêveçûna bê navber a pêvajoya hevdîtinan û aştiyeke mayînde pêk were, Konferansa me di wê baweriyê de ye, ku divê demokrasiyek azadîperest, wekhev û tevlêkar bi hemû saziyên were rûniştandin, mafên wekhev ên hemû gel û komên baweriyan bi destûra bingehîn bên ewlekirin û di çarçoveya Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê de li gelemperiya welêt, rêveberiyên xweser ên demokatîk werin avakirin. Pêkhatina demokrasiyê û têkûzkirina aştiyê yekpare ne.

 2 - Li gel temambûna qonaxa yekemîn a pevajoyê, pêknehatina qonaxa duyemîn û bi taybetî jî helwesta otorîter û hegemonyayî ya hukûmetê ya li pêşberî berxwedana Parqa Gezî nîşan da, me dixe nava fikaran. Ji bo gavên tên avêtin yekalî nemîne û qonaxa duyemîn a weke pêvajoya qanûnî-destûra bingehîn tê binavkirin destpê bike, divê hukûmeta AKP'ê û Parlamenta Tirkiyê tavilê berpirsyariyên xwe bicih bînin.

 3 - Ji bo hevdîtin û danûstandin encameke baş bi xwe re binê, weke şertekî ferz divê mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Birêz Ocalan werin sererastkirin û derfet bên dayîn ku ji parlament û beşên cûda yên civakê bi heyetan pê re hevdîtinê pêk bînin.

 4 - Ji bo ev firsenda dîrokî ya aştiyê ji bo gelan were bikaranîn û pêvajoya danûstandinan civakî bibe, divê pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin. Ji vê yekê jî pêwîste hukûmeta AKP'ê hemû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rake (Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê bê demokratîkkirin, benda hilbijartin were rakirin hwd.), rewşeke demokratîk a tê de mafê perwerdeya zimanê dayikê heye û herkes karibe li her qada jiyanê ziman û baweriya xwe bijî, biafirîne.

 5 - Di vê çarçoveyê de divê dewleta Komara Tirkiyê pêdiviyên Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, Peymana Mafên Zarokan, Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Pêşîgirtina li Her Şêweyên Cihêkariya li dijî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî CEDAW bicih bîne û hemû astengiyên danîne pêşiya peymanên navnetewî yên li ser maf û azadiyan rake. Em bang dikin ku peymanên li ser mafên xweza û mirovan jî mor bike.

 6 - Di serî de girtiyên nexweş û zarok, hemû girtiyên siyasî tavilê ên berdan û ji bo vê yekê qanûn were dexistin. Her weha ji bo bi dehhezaran mexdûrên darbe û şerê qirêj ên li derveyî welat li sirguniyê dijîn vegerin welêt, qanûn bên derxistin.

 7 - Pêwîste li Parlamenta Tirkiyê, ziman û tempoya li gorî giyana pêvajoya aştiyê serdest bibe û hemû partiyên siyasî li gorî vê yekê tevbigerin. Em bang dikin ku destûra bingehîn a berhema darbeya leşkerî ye bê rakirin û di şûna wê de destûreke bingehîn a demokratîk û nû tavilê bê amadekirin.

 8 - Konferansa me dixwaze di çarçoveya xebatên destûra bingehîn a nû de îbadetxane bi destûra bingehîn werin ewlekirin û di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de dawî li çêkirina mizgeftan li gundên Elewî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û Êzidiyan bîne. Divê di destûra bingehîn de dewlet sekuler be, di vê çarçoveyê de Serokatiya Karên Diyanetê bê rakirin û dawî li dersên neçarî yên olî bên anîn. Divê navê Yavûz Sûltan Selîm li pira sêyemîn neyê dayîn.

 9 - Konferansa me di wê baweriyê de ye ku pêşerojeke hevpar û azad, bi tenê bi rûbirûbûna paşerojê dibe. Bi vê têgihiştinê divê bi Qirkirinên Ermenî, Asûrî-Suryanî, Êzidî û Dêrsimê, komkujiyên Mereş, Çorûm, Sêwas, Gazî û Roboskî, kuştinên kiryarên wan ne diyar û wendahiyan re rûbirûbûn pêk were û hemû sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bêyî dem di ser re derbas bibe radestî edaletê bên kirin.

 10 - Li gel cihêrengî, bawerî û nêrîna cûda ya li cîhanê jî, em di wê baweriyê de ne ku demokratîkbûyîn û aştî, wê bi kêrî me hemûyan bê. Konferansa me destnîşan dike ku aştî û demokrasî ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo herêmê, çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn pêwistiyeke. Li ser vê bingehê em bang li hukûmeta AKP'ê dikin ku dest ji polîtîkayên xwe yên destwerdanî û gefxwarinê berde.

 11 - Bi heman rengî em bang li rêveberiyên welatên Ewropa, Yekitiya Ewropa û civaka navnetewî dikin ku li gorî Şertê Neteweyên Yekbûyî tevbigerin. Emê bi gelê li Rojavayê Kurdistanê re di nava hevkarî û piştgiriyê de bin û em îlan dikin ku li dijî her şêweyên destwerdana li Rojava ne. Ji bo pêşerojeke azad, demokratîk û aştiyane, em diyar dikin ku em li cem gelê Sûriyê ye.

 12 - Em weke beşdarên konferanse, xwe weke civata pêvajoya aştî û demokrasiyê dibînin. Em wezîfeya xwe bi tenê bi çavdêriyê bi sînor nakin, em dixwazin yekser di nava pêvajoyê de cih bigirin û ji raya giştî re îlan dikin ku ji bo aştiyeke mayînde me dest bi kar kirine.

 13 - Weke civata konferansê, em bang li hemû mirovên ji Kurdistan û Tirkiyê dikin ku têkoşîna xwe ya wekhevî, edalet û demokatîkbûyînê bikin yek û cihê xwe di nava pêvajoya aştî û çareseriyê de bigirin.

 14 - Weke civata konferansê em îlan dikin ku ji bo demokratîkbûyîn, aştî û çareseriyê em xwedî heman daxwaz û nêzîkatiyane û têkoşîna xwe hevpare dikin.

 15 - Dijwariya li dijî jinê, dijwariya li dijî civakê ye. Konferansa me îlan dike ku ew li dijî her şêweyên êrişên li hemberî jinê ye. Konferansa me biryarê dide ku, jin li ser bingeha wekheviya zayendî ya civakê, bi rewşa xwe ya xweser, divê li her qada biryardayînê cih bigire.

 16 - Konferansa me mirovên cihêreng ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê aniye gel hev û ji bo demokratîkbûyîn, aştî û çareseriyê vîneke xurt afirandiye. Ji ber vê yekê, ji bo mayindekirina pêvajoya aştiyê û avakirina pêşerojeke demokratîk a hevpar, têkoşîna aştiyê ya ji jêrê ber bi jorê ve, ji xwe re esas digire.

Di danezanê de hat ragihandin ku konferans ji bo biryarên stendiye bicih bîne, Komîsyona Rastî, Rûbirûbûn, Edalet, Komîsyona ji bo karên raya giştî ya Ewropayê, Komîsyona Têkiliyên bi Gel re, Komîsyona Huqûq, Paqijiya Rê û Destûra Bingehîn, Komîsyona Azadiyê ya Jinê, Komîsyona Ciwanan, ava kiriye.