Meclîsa Çand û Hunerê ya Hollandayê kongreya xwe li darxist
Meclîsa Çand û Hunerê ya herêma Hollandayê bi beşdarbûna endamên TEV-Çand'ê 6’emîn kongreya xwe li dar xist.
Meclîsa Çand û Hunerê ya herêma Hollandayê bi beşdarbûna endamên TEV-Çand'ê 6’emîn kongreya xwe li dar xist.
Endamên meclîsa TEV-Çand a Hollandayê li Navenda Civaka Demokratîk ya li bajarê Den Haag'ê li hev civiyan û xebatên sala bihûrî û armancên ji bo pêşerojê nirxandin.
Rêzdar Hozan Şemdîn jî tevlî kongreyê bû û di rêveberiya dîwanê de bi cih girt.
Di kongreyê de qala çanda Kurd ya di nava heqîqeta rewşa bindestiyê te hate vegotin û nirxandin hatin kirin.
Piştî xwendina giştînameya TEV-Çand û parvekirina rapora encamnameya salê, beşdaran dest bi axaftina li ser kêmasiyên derketine holê kirin û bi berfirehî zemîn û plansaziyên xebatên pêşerojê nirxandin.
Kongre bi diyarkirina komîteya rêveberiyê ya ji pênc kesan pêk tê, bi dawî bû.