Meclîs wê tezkereya şer ji raya giştî veşartî bigire dest!
Meclîs wê tezkereya şer ji raya giştî veşartî bigire dest!
Meclîs wê tezkereya şer ji raya giştî veşartî bigire dest!
Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elîtaş, got ku tezkereya yan jî tezkereyên bînin meclîsê “mimkun e di rûniştina girtî de bê destgirtin."
Elîtaş ê AKP'yî di sohbeta nûçegihanên parlamentoyê de bi bîr xist ku wextê tezkereyan di meha Cotmehê de diqede û got, "Dibe ku tenê tezkereyek jî bê meclîsê, dibe ku du tezkereyên cuda jî bên. Wek teknîkî dibe ku tezkereyek be. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne.”
Elîtaş li ser pirsa, "Têkildarî qebûlkirina tezkereyê dibe ku rewşek weke ya 1’ê Adarê rû bide?” got ku rewş îro ji 1’ê Adarê cuda ye û wiha axivî: “Îro li hember welatê me tehdîdeke aşkera heye. Guleyên topan dikevin. Tedbîrên ku Tirkiye ji bo xwe bikire hene...”
Der barê pirsa wê tezkere yan jî tezkereyên bên meclîsê wê çawa bên destgirtin Elîtaş got, "Mimkun e di rûniştina girtî de bê destgirtin.”
Elîtaş diyar kir ku ji ber Hecê û sedemên cuda 40-50 wekîl di hevdîtina tezkereyê ya 2’ê Cotmehê de ne amade bin.